Li dijî êrişan ji Kobanê ji bo hevgirtina têkoşînê bang li jinan kirin

Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê li ser êrişên li Şehba, Til Rifat û Helebe daxuyanî da. Weqfa Jina Azad di daxuyaniyê de li ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk bangawaziya hevgirtin û bilindkirina têkoşînê li jinan kir.

Kobanê - Di 27'Mijdarê de çeteyên girêdayî dewleta Tirk li ser bajarê Helebê yê Sûriyeyê êrişên dagirkeriyê dan destpêkirin. Piştî êrişên li Helebê çeteyan berê xwe dan bajarokê Til Rifet û Şehbayê ku koçberên Efrînê lê cih bibûn. Piştî van êrişan gelê Kurd li her derê ket tevgerê û bertêkên xwe li hemberî êrişan diyar kirin.

Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê li ser êrişên li Şehba, Til Rifat û Helebe daxuyanî da. Di daxuyaniyê de li ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk bangawaziya hevgirtin û bilindkirina têkoşînê li jinan kir. 

Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:

“Tiştê ku li Sûriyeyê diqewime bi rewşa navnetweyî û herêmî ve giredayî ye. Ji ber ku hêzên mezin ên xwedî proje û daxwazên kolonyalîst ên mîna dewleta Tirk a Osmanî, armanca wan ew e ku projeya Rêveberiya Xweser binpê bikin. Her wiha bi dagirkirina axa Sûriyeyê hewl didin DAIŞ’ê ji nû ve zindî bikin. Ev êriş planek e, ji berê ve hatiye amadekirin. Nîşan dide ku ev êriş li ser jin, zarok û sivîlan giştî ye. Li ser navê rêxistinên jinan ên li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Rexistina Sara ya têkoşîna li dijî tûndiya li ser jinan, Meclisê Jin, Kongra Îslama Demokratîk, Weqfa Jina Azad van êrîşan qebûl nakin.

Em êrişên dewleta Tirk û çeteyên wî li ser herêma Heleb, Şehba û Til Rifetê şermezar dikin. Ji bo rawestandina van êrişên terorîst em bang li hemû jinan dikin ku têkoşîneke cîhanî û hevgirtî bidin meşandin. Rexistinên mafên mirovan, civaka navneteweyî, dewletên garantor û hemû rexistinên femînîst en ku bi jinan re eleqedar dibin divê li hemberî van êrişan bisekinin."