Du jinên ciwan ên Kobanê ji bo gelê Şehbayê alîkarî kom dikin

Gelê Kurd, ji bo piştgirî û alîkariya koçberên ji Efrîn û Şehba ku li Reqa û Tebqa bi cîh dibin seferber bûye. Du jinên ciwan li Kobanê li gor derfetên xwe dest bi komkirina alîkariyê kirine.

Kobanê - Êrîşên çeteyên Heyet Tahrîr El-Şam(HTŞ)  di 27' Mijdarê li Heleb û gundewarê wê dabû destpêkirin, didomin. Piştî erîşên çeteyên HTŞ ku bi piştevaniya dewleta Tirk li ser Helebê hatin destpêkirin, li aliyê Til Rifat û Şehbayê jî erîş hatin destpêkirin. Di sala 2018'an de piştî dagirkirina dewleta Tirk a Efrîn'ê, koçberên Efrînê li van deran hatibûn bicîkirin. Gelê Til Rifat û Şehba di dorpêça çeteyan de man û ji bo pêşiya komkujiyên gel bên girtin, Meclîsa Gel a Efrînê daxuyanî da ku gel derbasî qadên bi ewle bikin. Piştî daxuyaniyê gel di 2’yê Kanûnê de derbasî qadên Reveberiya Xweser cîhên bi ewle tên kirin. Ji bo pêşwazîkirina gel,  li bajarê Tebqa û Reqa yên Bakur û Rojhilatê Suriyeyê cîhên ku amadekarî lê hatine kirin hene. Heta îro jî derbaskirina gelên Efrînê ji bo qadên bi ewle berdewam dike.

Piştî ku gel derbasî qadên Reveberiya Xweser bûn, gelê heremê yê jî ji bo pewîstiyên koçberan ên jiyanî, bi hev re seferber bûn. Di aliyê pewîstiyên gel yên jiyanî de di nava gel de xebata komkirina alîkariyê hat destpêkirin. Di nava kesên ku ji bo gelê koçber ketine nav tevger û seferberiyê de jî, dû jinên ciwan yên ji bajarê Kobanê hene. Herdu jinên ciwan ên bi navê Dîlara Bangîn Demîr û Edlê Romî li gor derfetên xwe dest bi komkirina alîkariyê kirine, gotin: “Îro roja xwedî derketina li hev e.”

‘Ên ku bihîstîn ji bo alîkariyê ketin nav tevgerê’

Dilara Bangîn  Demîr ragihand ku  ji bo gelê xwe yên koçber ên ji Şehbayê hatine, dest bi alîkariya pewîstiyên jiyanî kirine û wiha berdewam kir: “Ev du roj in me dest pê kiriyê. Roja yekê ji bo gel agahdar be me cîhê alîkariyê li ser tora civakî belav kir. Ji îro şûnde jî em êdî alîkariyên ku tên, berhev dikin. Gelê Bajarê Kobanê kê/kî bîhist ku em xebatek bi vî awayî dimeşînin, her kesek çi ji dest hat anî. Dema me destpê kir em 2 jin tenê bûn, lê îro bi tevî yên ku dixwazin bi me re di nav vê xebatê de cîh bigirin û dibin alîkar, em bûn 25 kes. Di nav gelek kesên ku alîkarî tînin de koçber jî henê. Yên ku berê bûne koçber. Alîkariyên ku tên ba me, herkes ji destê wan çi tê di mala wan çi hebe, wî tinîn. Bi taybetî pewîstiyên xwarin û xwe germkirinê tînin. Niha tiştên ku me kom kirine kêm in. Lê edî yên ku bihîstine hemû ji bo alîkariyê ketine nava tevgerê.”

‘Herî zêde pêwîstî bi tiştên jiyanî heye’

Dilara Bangîn Demîr destnîşan kir ku pêwîstî bi pêdîviyên zarokan heye û wiha got: “Gelek kes di aliyê madî û manewî de alîkariya me dikin. Ji bo gel herî zêde pêwîstî bi tiştên jiyanî heye. Her kesek ji aliyê xwe ve kar û xebat dimeşîne. Hinek malbat hatine bajare Kobanê jî. Niha halê hazir de me 40 malbat 222 kes bicîh kirin. Gelek kes jî hene tên û ji bo wan jî amadekarî tên kirin. Gelek kes kîlîdên mala xwe didin ku gelê me yên berê xwe didin vir ji bo werin bicîkirin. Em ji gelê me daxwaz dikin ku herkes ji bo gelê me bikevin nav tevgerê û em tevahiya gelê xwe bicî bikin.”

‘Pêwîstî bi alîkariya zêdetir heye’

Edlê Romî ya ku ji bo koçberên Şehbayê alîkarî kom dike jî da zanîn ku wê û hevala xwe Dilara bi hev re dest bi vê xebatê kirine. Edlê diyar kir ku tiştên li vir kom dikin ewê hemû ji bo gelê xwe yên Efrînê bibin û wiha got: “Îro li bajarê Tebqa û Reqayê hatine bicîkirin. Gelê me roja ku me destpê kiriye heta îro gelek alîkariya me dike. Lê em dibêjin tiştên heyî kem in. Pewîst dike em hîn zêdetir pewîstiyên jiyanê kom bikin û ji bo gelê xwe bibin alîkar. Em ji vir bangawaziya hemû gelê Kurd dikin ku herkes çi ji destê wan tê ji bo gelê me yê Şehbayê ku koçber bûye bibe alîkar.”