Salwa Latîf: Divê jin dengê xwe bidin bihîstin

Seroka Yekitiya Jinên Navneteweyî a Sousse Salwa Latîf diyar kir ku tundiya li hemberî jinan belavî hemû qadan bûye û got: “Divê jin ji nû ve civakê ava bikin divê em bi hêz bibin û ji bo mafên xwe bixebitin.”

ÎHLAS AL HAMRUNÎ

Tûnis- Seroka Yekitiya Jinên Navneteweyî ya bajarê Sousse ê Tûnisê Salwa Latîf da zanîn ku tevî ji bo pêşîlêgirtina tundiyê di sala 2017’an de hejmara qanûna 58’an hat derxistin jî tundî li her qada civakê belav bûye û berdewam dike.

‘Ji bêçariyê li hemberî tundiyê bêdeng dimînin’

Salwa Latîf destnîşan kir ku bi riya parêzerên jinên ku rastî tundiyê tên di serdana Yekitiya Jinan a Navnetewî de piştgiriyê wan dikin û bal kişand ser cureyên tundiyê û wiha got:

“Gelek jin rastî tundiya di nava malê de tên û gelek caran bi tirsa ku wê li kolanan bimînin neçar dimînin veşêrin. Ji bêcihbûn û bê piştgiriyê ditirsin. Ji bo di mala xwe de bimînin li hemberî tundiyê bêdeng dimînin. Jinek ku ji aliyê hevjînê xwe ve rastî tundiya dijwar hatibû hebû, ji ber nikaribû mesrefa dadgehê bide û cihekî ku biçê tunebû giliyê xwe paşve girt.”

‘Mûçeyê jin û mêran wekhev nîn e’

Salwa Latîf amaje bi wê yekê kir ku jin di jiyana kar de rastî tundiyê tên û got: “Em dibînin di jiyana kar de, bi awayekî fizîkî jinên ku di karên giran de dixebitin, mûçeyê wekhev nagirin. Ji ber zîhniyeta ku cudakariyê dixe navbera jin û mêr sendîkaya karkeran û li gel hinek rayedaran bi awayekî koordîneyî bixebitin û ji bo di jiyana kar a jinan de mafên xwe biparêzin em têdikoşin.”

 Salwa Latif diyar kir ku ji bo parastina mafên jinan li gel gelek komeleyan bi awayekî koordîneyî kar dikin û da zanîn ku li taxên çolwar dewreyên perwerdeyê li dar dixin, li van taxan ji bo zêdetir piştgiriya jinan bikin bang kir.

‘Ji bo mafên xwe divê em bixebitin’

Salwa Latîf bi bîr xist ku hebûna jinan di jiyana siyasetê de tên astengkirin û got: “Ez di wê baweriyê de me serkeftina jinan a akademîk û mêjiyê wan di jiyana siyasî de sûdeke mezin bide mêran.”

Salwa Latîf bang li hemû jinên li bajarê Sousse û li walîtiyên din ên Tûnisê dijîn û got: “Weke jin divê em civakê ji nû ve înşa bikin divê em bi hêz bibin û dengê xwe bidin bihîstin, ji bo mafên xwe em bixebitin.”