‘Li hemberî êrişan bersiva gel têkoşîn û berxwedan e’

Cîgira meclisa navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Silêman behsa êrîşên dewleta Tirk li ser Şehbayê di sala 2023'an de kir û got ku êrîşên dewleta Tirk di sala 2023'an de li ser Şehbayê dijwartir bûne.

HESNA MIHEMED

Şehba- Ji 18'ê Adara 2018'an ve dewleta Tirk bi çeteyên xwe ve herêma Efrînê dagir kir. Bi sed hezaran şêniynê Efrînê koçber bûn û ji bo domandina berxwedana xwe li dijî dagirkeriyê berê xwe dan kantona Şehba û bajarê Helebê. 6 sal di ser koçberiya gelê Efrînê re derbas dibe, seranserî van salan dîsa dewleta Tirk êrîşên xwe li ser koçberên Efrîn li Şehbayê ranewestand. Di sala 2023'an de êrîşên dijwar û bi riya balafirên xwe yên keşfê êrîşî sivîlan kir.

Li gorî Malpera Çalakvanên Efrînê bîlançoya êrîşên  sala 2023'yan hat eşkerekirin. Li gorî raporên ku hatine weşandin di nava salekê de dewleta Tirk 4 hezar û 732 caran bi topavêjê, 2 hezar û 989 car bi topên hawanê, 475 car bi topên tankê, 26 caran bi çekên fuzeyê, 11 caran bi riya moşekên giran, 597 car bi moşekên termol û 35 car jî bi balafirên keşfê êrîşê herêma Şehba û navçeya Şera û Şêrewaya herêma Efrîna dagirkirî, kir. Bi giştî 8 hezar û 865 caran êrîşên xwe pêk aniye. Di encama van êrîşan de malên sivîlan hedef girt, welatiyek jiyana xwe ji dest da û 13 kes jî birîndar bûn. Gundên ku herî zêde rastî êrîşan dihatin gundên navçeya Şera, Meranaz, Malikiyê, Şewarxa û Tatmarş her wiha gundên herêma Şehbayê jî weke Minix, Eyn Deqnê, Bêlûniyê, Hirbil, Semoqa, Til Cîcan û Til Madîq ku ev gund ji ber êrîşan bi temamî hatine hilweşandin û ji bo rûniştandinê ne guncav in.

Cîgira meclisa navçeya Til Rifeta kantona Şehbayê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zeyneb Silêman ji ajansa me re behsa êrîş û bûyerên ku di sala 2023'an de qewimîne kir.   

'2023 salek bi êş û azar bû'

Zeyneb Silêman di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser êrîşên dewleta Tirk ên li ser Şehbayê di sala 2023'an de û wiha got: "Koçberên Efrînê û gelê Şehbayê 6 sal in bênavber berxwedan û têkoşîna xwe bi hev re didin meşandin. Li hemberî her cureyê tunekirin û îmhakirinê gel têkoşîna xwe didomînin. Seranserî salên koçberiyê dewleta Tirk a dagirker êrîşên xwe li ser herêmê ranewestandiye, di sala 2023'an de êrîşên xwe dijwartir kir, bi riya balafirên keşfê û çekên giran di vê salê de êrîşî sivîlan kir. Welatiyek ji pêkhateya Ereb ji ber bûyera erdheja ku qewimî ji Helebê koçber bûbû li Til Rifetê bi cih bûbû lê di encama êrîşên ku hatine kirin de jiyana xwe ji dest da. Di sala 2023'an de jî nexweşxaneya Til Rifetê hat hedefgirtin û di encamê de birîndar jî çêbûn. Dewleta Tirk hemû qanûnên navneteweyî derbas dike û saziyên tendirustiyê armanc digre. Herî zêde bi balafirên xwe yên keşfê êrîşî sivîlan kir. Sala 2023’yan salek bi êş û azar bû. Gel bi rehetî nikaribû jiyana xwe bidomîne."

'Xwest Til Rifetê vala bikin'

Zeyneb Silêman diyar kir ku dewleta Tirk bi riya êrîşên xwe hewl dide tirsê di dilê gel de çêbike û şerê taybet bide meşandin û wiha pê de çû: "Dewleta Tirk a dagirker bi riya êrîşên xwe li ser herêmê armanca wî ew bû ku tirsê bixe dilê gel û bi tirs bijîn. Her wiha şerê taybet di nava gel de dixwest bide meşandin lê bersiva gel ji êrîşan re her dem wê berxwedanî û têkoşîn be. Dema ku mirov gel bi coş û moral li kolanan dibîne, fam dike ku bi hestên berxwedanê jiyana xwe didomînin û hêzê ji vê yekê digre. Erdogan her dem dixwaze navçeya Til Rifetê vala bike û malbatên çeteyan li şûna wan bi cih bike. Gel jî soz daye ger ji Til Rifetê derkeve wê tenê berê xwe bide cih û warên xwe. Ji gelek deveran gel berê xwe dide Şehbayê ji bo domandina berxwedanê. Bi hezaran malbat li Til Rifetê jiyana xwe ruxmî hemû êrîşan didomînin."

'Em bêdengiya saziyên mirovî şermezar dikin'

Zeyneb Silêman bang li rêxistinên mirovî yên cîhanî kir ku êrîşên dagirkeriya dewleta Tirk li ser sivîlan rawestînin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Banga me ji  hemû saziyên mirovî yên cîhanî re ew e ku li dijî êrîşên dagirkeriyê bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî rabin û wan êrîşên ku sivîlan hedef digrin rawestînin. Em bêdengiya wan a li hemberî van êrîşan şermezar dikin."