‘Daxwazên girtiyan, daxwazên gelê Kurd e’

Xizmên girtiyan li ber Kampûsa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê bang li Wezareta Dadê û CPT’yê kirin û gotin: “Daxwazên girtiyên siyasî di heman demê de daxwazên gelê Kurd e.” Xwestin ku daxwazên wan bên bicihanîn.”

Navenda Nûçeyan- Xizmên girtiyan bi daxwaza azadiya fîzîkî Rêberê Gelê Kurd  Abdullah Ocalan, li Edeneyê bi pêşengtiya Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re ya Akdenîzê (AATUHAY-DER) çalakiya Nobeta Edaletê dabûn destpêkirin, di roja 38’an de berdewam dike.

Malbatan, çalakiya xwe ya îro li pêşiya Kampûsa Girtîgeha Kurkçuler a Edeneyê li dar xistin. Tevî barana zêde jî li pêşiya girtîgehê daxuyanî hate dayîn. Dayikên Aştiyê, xizmên girtiyan Hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ên Edeneyê Helîn Kaya û Seyfettîn Aydemîr û rêveberên partiyê yên navend û navçeyan tevli daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya demokratîk em bibin dengê zindanan” hate vekirin.

‘Tecrîda li Îmralî pêkanîna dij mirovi ye’

Metna daxuyaniyê ji hêla rêvebera AATUHAY-DER’ê Nîmet Sezgîn ve hate xwendin. Nîmeta Sezgîn, da zanîn ku di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji bo pirsgirêka kurd çareseriya demokratîk” de li 106 girtîgehan çalakiya greva birçîbûnê hatiye destpêkirin û xizmên girtiyan jî li derve Nobeta Edaletê dane destpêkirin. Sezgîn, tecrîda li Îmraliyê weke “sepana dermirovî” pênase kir û wiha got: “Daxwazên girtiyên siyasî di heman demê de daxwazên gelê kurd e.”  Nîmet Sezgîn, bang li Wezareta Dadê û Komîteya Pêşîlêgirtina Îşkenceyê ya Ewropayê (CPT) kir ku hêj greva birçîbûnê veneguherî qonaxeke xeternak daxwazên girtiyan bên bicihanîn.