MKG: Em ê piştevaniyê bidomînin

MKG'ê têkildarî 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin daxuyanî da û got: “Emê, bi hempîşeyên xwe yên nikarin bixebitin re di nava piştevaniyê de bin.”

Navenda Nûçeyan - Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) bi munasebeta 10'ê Çileyê Roja Rojnamegerên Dixebitin li ser hesabê xwe ê medyaya dijîtal daxuyaniya nivîskî parve kir. Di daxuyaniyê de bal kişand ku rojnameger li seranserî cîhanê di hedefa desthilatê deye û her roja ku diçe zext zêde dibe.

Di daxuyaniyê de hat bibîrxistin ku 10'ê Çileyê roja ku Zagona Karkerên Fikir a hejmara 212'an a sala 1961'ê ket meriyetê heta sala 1971'ê wekî "Cejna Rojnamegerên Dixebitin" hatiye pîrozkirin û piştî sala 1972'yan rojnamegeran ev roj wekî "Roja Rojnamegerên Dixebitin" pîroz kirin. Di daxuyaniyê de hat ser ziman ku li Tirkiyeyê ruxmê zextan rojnamegeran di serî de jin, zarok û xweza dengê hemu beşên civakê radigihîne û wiha hat gotin:

 “Her roj girtin û binçavkirina rojnamegeran zêde dibin. Her roj êrişên curbecur li rojnamegeran tên kirin. Bi taybet ev yek li jinên rojnameger tên kirin. Her wiha li tevahiya kedkarên çapemeniya azad tê kirin. Rojnamegerên jin ên dixwazin karê xwe bikin, têkoşîna xwe ya li dijî êrişan hem li girtîgehan hem jî li derve dewam dikin.

Yek ji rojnamegera têkoşîna xwe dewam dike Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG), Dîcle Muftuoglu ye. Dîcle ev 257 roj in di girtîgehê de ye. Li gor rapora me wekî MKG'ê amade kir Dîcle 3'yê Gulanê Roja Azadiya Çapemeniyê ya Cîhanê hatiye girtin. Niha dîsa li gor rapora me 10 jinên rojnameger di girtîgehê de ne. Îro ji bo jinên rojnameger "nexebitin" her cure zext û êriş li wan tên kirin. Em wekî MKG'ê dîsa dibêjin ku em ê, bi hempîşeyên xwe yên "nikarin bixebitin" di nava piştevaniyê de bin. "