Êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezayê 96 roj in didomin

Êrîşên Îsraîlê ji hewa, bejahî û deryayî ve li ser Xezayê berdewam dikin. 12 rojnamegerên ku hewl didan tiştên li Xezayê tên jiyîn belge bikin hatin qetilkirin.

Navenda Nûçeyan- Êrîşên Îsraîlê ji hewa, bejahî û deryayê ve li ser Xezayê berdewam dike. Hat ragihandin ku hejmara Filistîniyên ji 7’ê Cotmehê ve di êrîşên Îsraîlê de hatine qetilkirin bûye 23 hezar û 210, hejmara birîndaran jî bû 59 hezar û 167. Di êrîşan de bi temamî 69 hezar avahî hilweşiyan, 290 hezar avahî, 295 saziyên perwerdeyê û 240 mizgeft ji hinek beşên xwe, 138 mizgeft bi temamî, 134 avahiyên hikumetê, 95 dibistan û zanîngeh hilweşiyan, 30 nexweşxane û 53 navendê tendirustiyê ji derveyî xizmetê mane, 121 ambulans jî nayên bikaranîn.

Li gorî ajansa fermî ya Filistînê WEFA’yê balafirên şer ên Îsraîlê, êrîşî mala Nevfel a li taxa Tel es- Sultan a li rojavayê bajarê Refahê kirin. Hat ragihandin ku herî kêm 15 kesan jiyana xwe ji dest dane, hejmarek zêde kes jî birîndar bûne. Di heman demê de li bajarê Refahê rayedarên nexweşxaneya Kuweytê diyar kirin ku cenazeyê 15 kesên jiyana xwe ji dest dane anîne nexweşxaneyê. 

Li Xezayê di nava sê mehan de 112 rojnameger hatin kuştin

Ji destpêka êrîşên Îsraîlê ve heta niha li herêmê rojnamegerên ku dibin şahidên tiştên tên jiyîn û radigihînin dibin hedef. Ji 7’ê Cotmehê ve heta niha li Xezayê 112 rojnamegeran jiyana xwe ji dest dane.

Wesareta Tendirustiyê ya Îsraîlê ji bo nexweşxaneyan talîmat da

Li gorî agahiyan Wezareta Tendirustiyê ya Îsraîlê li ser aloziya ku bi Hizbullaha Lubnanê re zêde bûye, ferman daye nexweşxaneyên li bakurê welat ku ji bo bi hezaran birîndaran cih amade bikin. Nûçe di televîzyona dewletê KAN’ê de hat ragihandin. Wezaretê ji Nexweşxaneya Zîv a li bakurê welat û Navenda Tibê ya Celîle ya li Nehariyeyê xwest ku ji bo îhtîmala ku bi rojan dibe bêderman û malzemeyên tibî bimînin amadekariyan bikin. Her wiha ji nexweşxaneyê li aliyê bakur jî xwest ku di nava çend saetan de bikevin rewşa lezgîn û ger hewce bike birîndaran di stargehan de derman bikin.

Li aliye din 7 hezar bijîjkên Yahûdî ji cihên cuda yên cîhanê daxwaza xwe ya “alîkariya dilxwaz a bi Îsraîlê re” anîn ziman û di reweke pêwîst de dê ji wan were xwestin ku ji bo alîkariyê biçin Îsraîlê.