‘Rêveberiya girtîgehê girtiyên di greva birçîbûnê de neçarî belavkirina xwarinê dike’

Xizmên girtiyan, diyar kirin girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji bilî avê nikarin tiştekî din bigrin, cezayê dîsîplînê re rû bi rû dimînin û gotin girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ji aliyê rêveberiyê ve neçarî belavkirina xwarinê tên kirin.

MEDÎNE MAMEDOGLU

Amed- Çalakiya grevên birçîbûnê yên bi dem û dorveger ên girtiyên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê di 27’ê Mijdara 2023’an de di çarçoveya kampanyaya “Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” dabûn destpêkirin, berdewam dike. Zextên li ser girtiyên di greva birçîbûnê de roj bi roj zêde dibin, hat hînbûn ji girtiyên di grevê de ne vîtamîn, xwê, qehwe û ava fêkiyan nayê dayîn û girtiyên siyasî yên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê ji rêveberiyê ve neçarî belavkirina xwarinê ya ji bo girtiyên edlî tên kirin.

Piştî çalakiya rûniştinê ji bo hevdîtine destur hat dayîn

Afîfe Kartal a hefteya borî çû hevdîtina kurê xwe Muhammed Kartal ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Antalyayê tê ragirtin, da zanîn destpêke li ber deriyê girtîgehê hatiye gotin “cezaya dîsîplînê yê kurê te heye. Em nikarin tê ji bo hevdîtine bigrin” û piştre li ber girtîgehê çalakiya rûniştinê pêkaniye û bi kurê xwe re hevdîtin pêkanî ye. Afîfe Kartal, her wiha diyar kir ji girtiyên tevlî greva birçîbûnê re cezayê hevdîtinê jî hatiye dayîn.

‘Ji bo xwarin li girtiyên edlî belav bikin rastî gefan tên’

Afîfe Kartal, da zanîn li dijî zexta rêveberiya moral û motîvasyona girtiyan bilind e û di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: “Dema min wan wisa dîtin morala min jî başbû. Di greva birçîbûnê de gelekî qels bûne. Kurê min 10 roj di grevê de bû û di vê demê de 7 kîlo daye. Ji bo girtiyan ne şekir, ne xwê û ne jî qehwe nayê dayîn. Di tevahiya greva birçîbûnê de destûr nehatiye dayîn ji kantînê tiştekî bikirin. Di tevahiya grevê de tenê av vexwarine. Dîsa eşkence û zilm li wan dikin. Herî dawî rêveberiya girtîgehê gazî wan kir û ji girtiyên tevlî greva birçîbûnê re gotiye ‘hûn ê xwarina girtiyên edlî belavbikin’ xwariye. Dema girtî gotine na, gardiyan jî gefa “Em ê eşkence li we bikin” xwarine. Dîsa hemû çopên li girtîgehê kom dikin û datînin li ber deriya qawîşa ku girtiyên tevlî greva birçûne bûne.”

'Em vê neheqiyê qebûl nakin'

Afîfe Kartal, diyar kir wê tu carî zext û neheqiyên tên kirin qebûl nekin û wiha got: “Em ne vê neheqiya li ser zarokên xwe û ne jî li ser malbatên wan qebûl nakin. Ev dixwazin tecrîd bê rakirin. Ger ev tecrîd li Îmraliyê bê rakirin, dê li girtîgehan û li ser civakê jî bê rakirin. Em vê tecrîdê destpêke li ser Îmraliyê û piştre jî li ser girtîgehan qebûl nakin. Bila êdî dev ji vê polîtîkayê berdin. Bila malbat bikaribin biçin hevdîtinê. Ev daxwazek mirovî ye.”

'Divê beriya ku grev hîn zêdetir bên dirêjkirin gavek bê avêtin'

Meymenet Boz a çû hevdîtina kurê xwe Yusuf Boz ê li Girtîgeha Tîpa T a Amedê tê ragirtin kir, diyar kir ji bo girtiyên di grevê de ne tenê av tê dayîn. Meymenet Boz, bi gotinan “Mirovek çawa dikare 10 rojan tenê bi av vexwarinê bijî?” bertek nîşanî zextan da û wiha got: “Kurê min ji bo tevlî greva birçîbûnê bibe li benda dora xwe ye. Dê kurê min jî bikeve grevê, yekane daxwaza me dayikan dawîanîna vê tecrîdê û hîn zêdetir dirêjnebûna grevên birçîbûne ye. Girtiyên li girtîgehê ji xwe nexweşin û rewşa wan nebaşin. Divê êdî  divê  pêvajoyê de zerer nebinin. Divê demildest gavek were avêtin. Em dayîk ji bo bibin dengê zarokên xwe em li vêderê di rûnîn. Divê ev pêvajo hê zêdetir berdewam neke. Divê em destur nedin ji girtîgehê cenaze derbikevin.”

‘Divê em bi tenê neyên hiştin’

Meymenet Boz banga piştgiriyê li gelê Kurd kir û got: “Ev zilmek mezine. Divê demildest gavek were avêtin, divê ev jî gel bike. Girtî dema ku mirovên ji derve dibînin tiştek nakin bi xwe dikevin tevgerê. Divê çalakiya ku îro li vêderê hemû kes xwedî lê derbikeve. Çima em li vêderê bi tenê dimînin? Divê hemû kes werin vêderê xwedî li girtiyan derbikevin.”