Fatîma Khasropourîan a Îranî: Jin ji bo bixebitin du qat hewl didin

Hunermenda seramîkê Fatîma Khasropourîan, diyar kir ku pêwîst e zayendî li pêşiya pêşveçûna ber bi armancan ve nebe astengî û da zanîn lê di civaka Îranê de ji bo xebata jinan pêwîstî du qat bi hewldanan heye.

JUAN KERAMÎ

Shabad- Hunermenda seramîkê Fatîma Khasropourîan a li bajarê Shabad (Îslamabada rojava) ya parêzgeha Kirmaşanê dijî, piştî fakulteya hiqûqê xilas kir di atolyeya hunerî ya di mala xwe de ava kir, berhemên seramîk çêdike.

Fatîma Khasropourîan, di atolyeya ku îstîhdama du jinan jî misogor dike, bi piştgiriya xwişk û hevjînê xwe berhemên xwe yên seramîk difiroşe, wiha axivî:

“Ev du sal in ez di vê qadê de dixebitim û ji bo atolyeya xwe ya hilberîne, ji ofîsa mîrasê ya çandî lîsansa min heye. Min bi riya hevalek xwe vê qadê nas kir. Piştre min dest bi girtina perwerdeyên bingehîn kir. Destpêkê min wek hobiyek temaşe kir. Di xebatên xwe yên ewil de, min ji xêliya seramîk taxima sifreyê bi destên xwe çêkir. Firina min tunebû, min firina kirêkirî bi kar dianî. Vê demê min di platforma Instagramê de rûpela karsaziya xwe da destpêkirin. Min bêyî şopîner dest pê kir. Piştî berhemên min hatin firotin, min zêdetir afirandin û dîzayn kir. Min bi alîkariya hevjînê xwe firinek stand û bi awayekî cidî dest bi kar kir.”

'Divê jinbûn li pêşiya pêşveçûna ber bi armancan ve nebe astengî’

Fatîma Khasropourîan, diyar kir ku ji temenê xwe yê ciwanî ve di karên cuda de dixebite û wiha axivî: “Jinbûn li pêşiya pêşveçûna ber bi armancan astengiyek nîn e û nebe jî. Jinbûn nabe astengî li pêşiya pêşketina ber bi armancan ve. Lê ger ez bixwazim behsa rastiyên civakê bikim, qet gumanên min nîn e ku di civaka Îranê de destpêkirina jinan a ji bo xebatê rewşeke gelek zehmet e û hewldanek du qat dixwaze. Min her dem dixwest ji bo xwe bixebitim û li hemberî hunerê eleqeyek min a xurt hebû. Dema min bi awayekî cidî dest bi kar kir hevjînê min li gel min bû êdî em hempîşe ne.”

'Ji bo ku dikarim du jinan îstîhdam dikim kêfxweş im’

Fatîma Khasropourîan, diyar kir ku ji ber di atolyeyê de du jinan jî îstîhdam dike gelek kêfxweş e û wiha got: “Dema jinek xwedî kar û dahatek be dê serxwebûna xwe ya aborî bi dest bixe. Dahata aborî rasterast û erênî bandorek li ser xwerêzdarî û xwebaweriya mirovan ava dike. Mijûlbûna bi tiştên ez jê hez dikim, min ji depresyonê dûr dixe. Êdî xebata li mal û atolyeyê bûye rojane. Ji ber vê yekê ez gelek kêfxweş im xwedî karekî kêrhatî me.”

‘Maliyeta ekîbmanan gelek zêde ye’

Fatîma Khosropourian diyar kir ku der barê pîşeya seramîkê de ji derveyî dem ezmek zêde jê re pêwîst e û got: “Hunera seramîk xwedî qadek berfireh e. Bi teybetî maliyeta ekîpmanan gelek zêde ye jî destûr ji mirasa çandî û kredî girtin demek jê re divê. Tevî du sal derbas bûne jî hê min kredî negirtiye û ez bi dahata xwe û xercên xwe yên şexsî ez atolya xwe berfireh dikim. Pirsgirêkek din jî bandora bazara Îranê zêdebûna nirxê malzemayan e û ev jî bandorê li berhemhênanên biçûk dike.”

‘Ya girîng ew e ku mirov dest ji xwe û kar bernede’

Fatîma Khosropourîan da zanîn ku îsrar û berdewamî di gihandina hedefê de faktorek girîng e û got: “Kes ji bo xwe hedefên kurt û dirêj datînin û divê xwe bi hinekên din re qiyas nekin. Helbet riya mezinbûna mirov, girêdayî şert û mercên xwe wê cuda bin. Dibe ku weke dirûşmê be lê belê divê ji er têkçûnê dersê derbixin û dest jê bernedin. Di jiyana kar de her dem wê pirsgirêkên ku neyên pêşbînîkirin derbikevin û em ê van bi sebir û lêkolînê çareser bikin, ya girîng ew e ku dest jê bernedin.”