Perwîn Yûsif: Bi hevpeymana civakî mafên jinan tên parastin

Endama Meclisa Giştî ya PYD’ê Perwîn Yûsif Hevpeymana Civakî nirxand û got ku ji bo mafên jinan û destkeftiyên wan ên 12 salên şoreşê werin parastin, pêwîstî bi bendên taybet hebû di hevpeymana civakî de.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo- Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Herêma Bakur û Rohilatê Sûriyeyê di 12’ê Kanûnê de hevpeymana civakî ya nû ku ji 134 madeyan pêk tê, di hemû madeyan de mafên jinan û hemû pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de heye, erê kir. Piştî 12 saliya şoreşê gelek destkeftî pêk hatin ku ya herî dawî hevpeymana civakî bû.

Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Perwîn Yûsif li ser mafên jinan ên di hevpeymana civakî de nirxandin kir.

‘Hevpeymana civakî bi keda gel ava bû’

Perwîn Yûsif hevpeymana civakî li hemû gelan pîroz kir û girîngiya hevpeymanê di vê demê de wiha rave kir: “Pêkhateyên Bakur û Rohilatê Sûriyeyê Kurd, Ereb, Çerkez, Suryan û Tirkmen ji bo Sûriyeya demokratîk û azad tevli raperîna gel û şoreşê bûn û gelek bedelên giran dan. Lê belê ev şoreş ji aliyê opozîsyonê ve hat belavkirin belê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi pêşengiya jinan û gelê Kurd şoreşek hat avakirin. Ev şoreş bi avakirina pergala Rêveberiya Xweser û wekheviya gelan tê de ye, bi hevpeymana civakî li hev kirin.”

‘Hemû pêkhateyan tîne gel hev’

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku encama şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, avakirina hevpeymana civakî ye û wiha dirêjî da gotina xwe: “Hevpeymana civakî destkeftiyek pir mezin e ku bi keda gelan tacîdar bû ku bi hev re bikaribin vê herêmê bi teşeyekî demokratîk bi rê ve bibin. Xwestin ku li Sûriyeyê çareserî çênebe û gel bê îrade bimîne lê gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji 2014’an heta roja îro şer dike da ku hebûna xwe bide diyarkirin û xwe biparêze. Îro gel xwe bi rê ve dibe û pergala xwe ava dike. Bi hişmendiya em ê welatê xwe bi demokratîk û gel bi rêveberiya rast bidin meşandin, gihîştin hev û bi xalên hevpeymana civakî li hev kirin û mafên gelan hatin parastin.”

Di hevpeymana civakî de madeyên girêdayî jinan

Perwîn Yûsif xalên girîng ên der barê jinan de di hevpeymana civakî de wiha rêz kir: “Hemû xalên hevpeymana civakî ji kesayetên azad dest pê dike çi jin be çi mêr be, ji çi pêkhateyê be, hemû rengên civakê hemû xweşikbûna heyî di nava xwe de dihewîne. Ji bo şikandina hişmendiya mêrperest, nijadperest û şikandina hişmendiya li Rojhilata Navîn ku li ser ferz dikirin û gelan li hemberî hev didan şerkirin û jinan wek meta di nava xwe de didan hewandin, ev hemû zihniyet di hevpeymana civakî de hatiye şikandin. Ji bo jin xalên wek hev di hemû jiyan, rêveberî û meclisên gelan de ji sedî pêncî ye. Di hemû bernameya me de jin û mêr wekhev e. Cîhan û jiyan bi hevsengî dimeşe lewma hevsengî di navbera jin û mêr de temam bibe, hevpeymana civakî van xalan diyar dike. Di saziyên Rêveberiya Xweser de hevserokatî esas tê girtin. Mafên jinan di mîras û kar de ferdên azad esas digre. Jin di rêvebirinê de pêşengî dikin, ev yek hem xweser hem jî di giştî de hatiye parastin. Meclisa Gelên Demokratîk heye û li kêleka wê Meclisa Jinan hatiye avakirin, ji bilî mafên ji sedî pêncî, kotayek girîng ji Meclisa Jinan re heye. Di hişmendiya ferd û civakek azad de mafên jinan di hemû xalan de hatine parastin û gelek madeyên taybet ji bo jinan hene. Hemû babetên civakê esas digre, di nav de mafên jinan jî hatiye parastin.”

Hevpeymana civakî xwe dispêre çi?

Perwîn Yûsif madeyên hevpeymana civakî ku ji 134 madeyan pêk tê naveroka wê wiha parve kir: “Hevpeyman civakî ji çar deriyan pêk tê, her mebdeyek ji wê mafê civakê esas tê girtin. Her wiha hemû pêkhate wekhev esas hatine girtin. Hemû gelên ku li vir dijîn, li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê esas tên girtin. Xweparastin esas hatiye girtin. Mafên gelan ku taybetmendiya her gelekî û neteweyan esas hatiye girtin. Di heman demê de ciwan dînamîka civakê ne esas hatine girtin. Ji bo dadmendiya civakî esas hatiye girtin. Ji komînê bigre heta meclisa gel tê avakirin her wiha her bajarok, gund û xeteke gund meclisa wê tê çêkirin ew meclis îradeya wan ew bi xwe ne û xwe dikin komîn. Wek zagon hatiye parastin ku îradeya civakî ji civakê re hatiye hiştin. Madeyên hebpeymana civakî dihûnin, her pêkhateyek dibêje, ev hevpeyman ji bo min parastin e. Hevpeymana civakî ne tenê ji bo pêşerojê ye, ji bo xwedîderketina li dîrokê ye jî. Gelê ku xwedî li dîroka xwe dernekeve, nikare xwedî li pêşeroja xwe derkeve. Em ê bermahiyên hezaran şoreşên gelan, em bikaribin wan bermahî û destkeftiyan bînin gel hev, xwedî lê derkevin û bi rê ve bibin. Em çiqas erk bigrin, ewqas mafên me jî heye lewma civak hemû dikeve di bin barê rêvebirinê de. Ev hemû fikir û felsefeya Rêber Apo ye ku her dem dixwest civakek azad ava bike. Hevpeymana civakî xwe spartiye dîrok û rastiya civakê.”

‘Xwedîderketina mirovahiyê xwedîderketina hevpeymana civakî ye’

Perwîn Yûsif destnîşan kir ku hişmendiya dewletê her dem gelan didan şerkirin û li ser wê şerî xwe didan jiyîn û wiha dirêjî da gotina xwe: “Îro Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji hem cîhanê re dide diyarkirin ku ew hişmendiya ku hatiye asta xetimandin û pirsgirêkên heyî nayên çareserkirin lê em dikarin bêjin ezmûnên ku li ser axa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê jiyîn, ne tenê ezmûne rastî tê meşandin ku ji bo tevahî cîhanê çareserî ye. Ji bo wê em dikarin ji bo tevahî Sûriyeyê bibin mînakek mezin û me projeya xwe ji Rojava dest pê kir, heta herikî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Em îro dikarin bibin Sûriyeya demokratîk di nava Rojhilata Navîn a demokratîk de. Îro xwedîderketina li mirovahiyê, xwedîderketina hevpeymana civakî ye. Şoreşa me bi hevpeymana civakî destkeftiyên wê mezin dibin, xwedîderketina wê jî xwedîderketina şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye.”

Yek jî di nivîsandina hevpeymana civakî de Perwîn Yûsif amade bû ku vê yekê weke şensek mezin ji xwe re digre dest û wiha qal dike: “Îro şensek mezin bû ku me bi dest xist, eşqa ku me ji bo azadî lêgerîn dikir, ji bo ku em rastî û heqîqeta vî gelî bigihîjînin aramiyê, em bûn şahidên wan kêliyan. Min di nivîsandina hevpeymana yekem a di sala 2014’an de jî cih girtibû ku wê demê ji bo Rêveberiya Xweser a Kantona Qamişlo niha ya Kantona Cizîrê bû. Min ezmûnek mezin di wê demê de girtibû. Her ku axa me dihat rizgarkirin me li kêlek pergala xwe jî ava dikir. Ji bo pergala me bibe zagonek kar hat meşandin ku em ji vê yekê kêfxweş in. Îro cihê serbilindahiyê ye ku min cihê xwe di avakirina hevpeymana civakî de girt. Em bi vê bawerî û daxwazê tevli hemû xebatên şoreşê dibin ku xwestek û hêviyên gel bikin hevpeyman û bi hev re vî welatî bi rê ve bibin. Em di wê hêvî de ne ku wê hevpeymana civakî bibe nimûne ji bo jinan. Em weke jin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bişens in ku em di wê hêvî de ne ku em ê xwedî li destkeftiyên xwe derkevin.”

‘Ji bo civakê dê bibe mîras’

Perwîn Yûsif dê hevpeymana civakî di nava civakê de roleke çawa bilîze wiha anî ziman: “Hevpeymana civakî ji bo civakê mîrasek mezin e. Îro dema hevpeymana civakî li ser vê axê pêk tê, ferq û cudahiya civakê tê rakirin. Di heman demê de bi hevpeymana civakî re hişmendî tê guhertin û şoreşa civakî, guhertin û veguhertin tê lidarxistin. Ger sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser û saziyên sivîl bi hev re hişmendiya wekhev bi kar bînin dê encamên mezin bîne. Guhertin ji malbatê dest pê dike heta komîn, meclis, Rêveberiya Xweser diçe. Hişmendiya leşkerî û bi zorê tê rakirin û çanda demokratîk tê belavkirin. Em bikaribin hêvî û baweriya ku ji şoreşê tê mêzekirin, bibe mînak ji hemû azadîxwazan re. Gelên me bi bawerî û hezkirinek pir mezin rasterast madeyên hevpeymana civakî li ser erdê pêk bînin û çanda exlaqî di nava civakî de ava bikin.”