REPAK: Berxwedan û tekoşîn wê pêşiya komkûjiyan bigre

Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) têkildarî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê bir ser Şengalê daxuyaniyekê da û got: “Bi rûhê hevgirtî, bi berxwedan û tekoşîna hevpar emê pêşiya komkujiyan bigrin.”

Navenda Nûçeyan – Rexirawa Pêwendiyên Jinên Kurd (REPAK) têkildarî fermana 3’ê Tebaxa 2014’an a çeteyên DAIŞ’ê bir ser Şengalê daxuyaniyekê da. REPAK’ê di daxuayniya xwe de îşare bi êrişên ku hê jî li Şengalê didomin kir û got: “Îro jî gelek navend û hêz  hewldidin ji bo gel û jinên Şengalê ji vê mafê rewa bêpar bikin, lê xwe parastin, xwe rêxîstin kirin, xwe rêveberîn mafê mirovan ê herî bîngehînê. Bi rûhê hevgirtî, bi berxwedan û tekoşîna hevpar emê pêşiya komkujiyan bigrin.”

Daxuyaniya REPAK’ê wiha ye: 

“Berê deh sal li welatê me li ser şanêya kok a Kurdayetî ya Şengalê bi destên hêzên barbariya sedsala 21’ê a DAIŞ ê komkojiyêk mezîn pêkhat.  Êş û hêrsa kû di encamê komkûjiya   3’ê tebaxa 2014’ê de pêşketî hin jî wekî duh di bîra me daye. Lewra ji her temenî mirovên me yên kû  di komkujiyê de jiyanê xwe destdane em bi rêzdarî birtînîn û meşa azadiyê  jinan ya kû jînên Şengalê ji wî re pêşengtî dikin silav dikin. 

Gelê me yê Şengalê di nava dirokê de 73 caran rastî komkûjiyan hatin. Lê her carê jî karibûn nasnameyên xwe yên bawerî, çandî û neteweyî  biparêzin. Wek tê zanîn minaka vê rastiya dijwar di nava dirokê de kêmê.  Berwedana gelê me yê Şengalê her carê hesebên zalîman, dagirkeran, şah û melîkan vala derxîstiyê ji ber ku ew kok, şane, vîna qaîm a gelê Kûrdin. Çandek, cîvakek, baweriyek evqas qedîm ne pêkane hêsanî ji holê were rakirin.  Gelê me yê Êzîdî di her komkujiyêkî de karibû xwe ji xweliyên xwe dubare dubare zîndî bike. Hêzên desthilatdar yên rojame hewildan bi destên qirêj û zalîm yên DAIŞ’ê re ev damara mirovahiyê ya berxwedêr ji holê rabikin.  Lewra qirkina Şengalê wek fîlmêkî xofê, wek şanoyekî barbarên sadsala 21’ê ye kû li pêşberî tevahî cîhanê bi zîndî zîndî hat temaşe kirin.

Em wek jin û cîvaka kûrd baş dizanin ev komkujî eserê kîjan neyarên dijmînên me ne. Ev amûra barbariya serdêmê DAIŞ olpereste, neyarê jin, jiyan û çanda qedîme.  Ew ji nirxên mirovahiyê bê parbun loma bi hezaran jin, zarok, ciwan qetîl kirin, bî hezaran jîn û zarok revandin, tecewiz kirin û pazaran de firotin. Bi rastî jî ger şervanên azadiyê nehatîban hawara gelê me yên Şengalê dibe kû felekêtên hin meztir ji hatîban jiyîn. Di 10’mîn salvegera komkujiya Şengalê de şervanên azadiyê yên ku di azad kirina Şengalê de cîh gîrtîne, ked dane, lehengî kirinê, şehîd ketîne bi mînnetdarî bibîrtînin û faîlên komkujiyê şermezar dikin. 

‘Derpirsên vê komkujiyê ronî bibe’

Belê şengal hat rizgar kirin, bi berxwedanê me DAİŞ avêt sergoya dirokê.. Lê mixabin îro jî xeteriya li ser Şengalê ne qediya ye. Hevkar û avakerên  DAIŞ’ê îro ji bi armanca tine kirina vîna gelê me yê Şengalê tevdigerîn.  Hevpeymana 9’ê Cotmeha 2020’ê û êrîşên bê navber yên dewleta Tirkiyê nîşaneya vê rastiyê dikin. Hêzên noker yên Kûrd û dewletên dagirker ji bo Êzîdî carekî din bê parastin, bê rêveberî, bê vîn bîmînîn pêlên xwe yên êrîşê didomînin. Li qadê êrîşên kû bi balafirên bê mirov pêktên, tehdîdên dagirgerî, pêşîgîrtina vegera li Şengalê, zemînê ji bo fermanên nû ava dike.  Hîn bîrînên gelê me yê Şengalê nehatîne pêçandin, hîn bi hêzaran jinên Şengalê aqubeta wan ne diyare, hin bi hezaran mirovên Şengalê venegariyane li ser warên xwe, hin jî binesaziya Şengalê ji nuve nehatiye avakirin. Ya herî gîrîng jî kujer, faîl û berpîrsên vê komkûjiyê nehatîne darîzandin. Heger heya niha jî ger ji berpîrsên komkûjiyê hesap nehatî be xwestin ev şerma mirovahî û hêzên navnetewîne.

Em wek REPAK dibêjîn werîn di 10 saliya komkujiyê de ji bo berpirsên vê komkujiyê ronî bibe bi hevre  hewildanên xwe mezin bikin. Komkujiya Şengalê raste rast êrîşêkî li ser hebûn, nasname û vîna jinan pêşket. Ji bo komkujî dubere nebîn, ji bo êşên xwîşken me yên ezîdî bên pêçandin dîvê em bi berspîsyarî tevbigerîn. Ev peywîrekî mirovî ango wijdaniye.

Komkûjiya Şengalê bingeha xwe ji nîjadperestî, mezhepperestî û zayendeperestî gîrtîbu.  Em vê êrîşê ne tenê wekî  êrîşekî  kû  li ser jinên Şengalê pêkhatî dibînin  heman  dêmê de li ser me tevahî jinan pêşket dibînin.Ev êrîş îcadê aqlê mêrê zalîm û desthilatdar bu. Hin hêz siyaseta komkûjîî, jînkûjî û fermanan bi rêxistin dikin, zîndî dikin. Ji bo vala derxîstina van êrîş û komkûjiyan îro di bin pêşengtiya jinên Şengalê de têkoşînekî bi nîrx tê birêveberin. 

‘Bi berxwedan û tekoşîna hevpar emê pêşiya komkujiyan bigrin’

Bi pêşengtiya TAJÊ (Tevgera Azadiya Jinên Êzîdxanê) berê çend rojan li peytexta Iraqê Bexdayê bi dirûşme “Bi tekoşîna hevbeş li dijî qirkirina jin bibe denge xweprarastinê” konferansekî bi bandor hat meşandin. Em jinên Kûrd û Ereb yên kû beşdarî vê konferansê bûne silav dikin.  Helwesta jinan ya ji bo tekoşîna hevgîrtî pêşket gîrîng dibînîn. Ev yek carek din zelal bû rêya kû pêşiya komkûjiyan bigrê tekoşîn, berxwedan û azadiya jinê ye.  Garantiya adalet, wekhevî û demokrasiyê azadiya jinê ye.  Bersiva jinan li dijî jenosîd û femînîsîdê xwe rêxîstin kirîn bu. Ev maf û erka herî rewa ya jinên Şengalê bû. Îro jî gelek navend û hêz  hewldidin ji bo gel û jinên Şengalê ji vê mafê rewa bêpar bikin, lê xwe parastin, xwe rêxîstin kirin, xwe rêveberîn mafê mirovan ê herî bîngehînê. Wek jin ji bo parastin û pêşxistina wan mafên mirovî dîvê em palpiştiya berxwedana jinên Şengalê bikin. Ji bo faaîlên femîsîd û jenosîd werîn darîzandin dîvê deng, dest û hêza me bibe yêk. Bi rûhê hevgirtî, bi berxwedan û tekoşîna hevpar emê pêşiya komkujiyan bigrin.”