Ji Katalonya piştgiriya TAJÊ: Em ê bi berpirsiyarî têbikoşin

Berdevka rexistina 'Endavant-OSAN’ Patri Vallejo ya ji Katalonya ragihand ku ew tevli pengava TAJÊ dibin û got: “Di 10’emîn salvegera ferman û femînîsîda li ser Şengalê em soz didin ku em ê ji bo azadiya jinan û gelan bi berpirsiyartî têbikoşin.”

Navenda Nûçeyan – Pengava Tevgera Azadiya Jinên Êzidî ya ‘Li dijî qirkirina jinan bibe dengê xweparastinê didome. Bi nêzbûna 10’emîn salvegera Fermana 74’an a 3’ê Tebaxa 2014’an çeteyên DAIŞ’ê birin ser Şengalê li gelek welatan bi peyam û çalakiyên rengîn jinan piştgirî didin pêngava TAJÊ ya xweparastinê.

Ji Katalonyayê jî berdevka rexistina Endavant-OSAN (Organització Socialista d'Alliberament Nacional) Patri Vallejo bi peyama xwe ya bi dîmen ragihand ku ew piştgirî didin pengava TAJÊ ya xweparastinê.

Patri Vallejo bi peyama xwe de wiha got: “Weke rêxistina sosyalîst a ji bo rizgariya netewî Endavant em Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) silav dikin. Em tevli kampanyaya navnetewî ya li dijî feminisid û ji bo xweparastinê dibin ku TAJÊ daye destpêkirin. Di 10’emîn salvegera ferman û femînîsîda li ser Şengalê em soz didin ku em ê ji bo azadiya jinan û hemu gelan bi berpirsiyartî têbikoşin.”