Di hezaza li Hindistanê de herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan

Li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê ji ber hezaza ku çêbûye, herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Navenda Nûçeyan- Rayedaran ragihand ku di saetên siharê de ji ber hezazên li eyaleta Kerala ya li başûrê Hindistanê, herî kêm 36 kesan jiyana xwe ji dest dane û îhtimal e ku bi sedan kesan di bin axê de mabin.

Serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi li ser hesabê xwe ya medyaya dîjîtal  X’ê sersaxî ji malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane re xwest û diyar kir ku ew ê her cure alîkariya pêwîst bikin.