Hevdîtinên şandeya DEM Partî û TJA li Başûrê Kurdistanê didome

Hevdîtinên şandeya TJA û DEM Partî yên ji bo partî, kesayet û hizbên siyasî dewam dikin. Şandeyê serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê û Şanaz Îbrahîm kir. Di hevdîtinê de peywendiyên bi jinên her çar parçeyên Kurdistanê hat nirxandin.

Navenda Nûçeyan-Serdanên şandeya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Tevgera Jinên Azad (TJA) ku Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê û Endama TJA’yê Ayşe Acar Başaran jî di nav de ye ji bo Başûrê Kurdistanê berdewam dike.

Li ser hewldanên çareseriya pirsgirêkên jinan guftugo hat kirin

Şande îro li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê û endama Mekteb Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm kir. Derbarê serdanê de endama Yekîtiya Jinên Kurdistan Seywan Rostem ragihand ku wana di civîna xwe de peywendiyên bi jinên her çar parçeyên Kurdistanê re nirxandiye.

Seywan Rostem got; “Me di civînê de guftugo li ser hewldanên ji bo çareserkirina pirsgirêkên jinan kir, em dizanin pirsigrêkên jinan li her çar parçeyên Kurdistanê wekhevin, ji bo vê em hîn zêdetir hewl bidin peywendiyên xwe xurt bikin û pirsgirêkan bi hevre çareser bikin.”

Herwiha parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz jî got; “Di civînê de me behsa azadiya fizikî ya Rêber Ocalan û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê kir. Mijarek din jî peywendiya di navbera jinan de bû.”

Li gora agahiyan wê serdanên şandeyê berdewam bikin.