KBDH: Bi dirûşmeya ‘Jin Jiyan Azadî’ pêşî li darvekirinan bigrin

KBDH biryarên darvekirinê yên rejîam Îranê şermezar kir û got: “Ji bo Şerîfe Muhamed û Pexşan Ezîzî bidin jiyîn, bi berzkirina dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' em hêza veguherîner a jinê nîşan bidin, em deng û hêza xwe li kolanan bikin yek.”

Navenda Nûçeyan – Rêjima Îranê di 4'ê Tirmehê de li Şerîfe Muhammedî û di 23’ê Tîrmehê de li parêzvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û cezayê darvekirinê birî. Bertekên li dijî biryara darvekirina jinên aktîvîst herku diçe zêde dibe. Konseya Giştî ya Tevgera Şoreşa a Yekbûyî ya Jinan (KBDH), li dijî biryarên darvekirinê yên dewleta Îranê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniya KBDH’ê de ev tişt hatin gotin:

“Rejîma molla ya Îranê ya faşîst, ji bo ruhê berxwedanê ya serhildana gel a bi kuştina Jîna Emînî destpê kirî, têk bibe û civakê bi tirsê bi rê ve bibe û teslîm bigire, zexta xwe li ser tevahiya civaka Îranê û Rojhilat zêde dike. Ji bo ku ji karker, kedkar û jinên ku tevlî serhildana Jîna Emînî bûne tolê hilîne, zext û zilma xwe zêde dike.

Kesên ku serî li ber rejîmê netewînin û ji bo jiyaneke edlane û bi rûmet bi berdêla canê xwe têdikoşin tên binçavkirin. Bi mehan tên binçavkirin û rastî êşkenceyên giran tên. Hevdîtina bi malbat, xizm û parêzer re, tên astengkirin. Di heman zindanê de agahiyên darvekirinê û înfazkirinê tê bihîstin. Û di heman zindanê de jî agahiyên berxwedanê yên li dijî êşkence, zext û zordariyê tê bihîstin.

Şerîfe Muhamedî û Pexşan Ezîzî du jinên Kurd in. Gelek armancên wan ên hevpar ew di têkoşîna li dijî rejîma molla ya faşîst de anîn cem hev:

Şerîfe Muhamedî jineke sendîkavan û welatparêz ku ji bo mafê karker û kedkarên Îranê têdikoşe.

Pexşan Ezîzî jî rojnamevan, pispora xizmetên civakî, jineke şoreşger û welatparêze ku ji bo azadiya jinê têkoşîn meşandine.

‘Bi biryara darvekirinê re dixwaze ruhê serhildana Jin Jiyan Azadî tune bike’

Aliyê her du jinên ciwan ên welatparêz ên hevpar, pêşengî ji têkoşîna gelên kedkar ên Îranê, karker û jinan, ji bo jiyaneke bi rûmet û azad kirin. Ev her du jinên şoreşger ku daxwaza jiyanek azad û wekhev dikin, ji bo van armancên xwe berxwedanek mezin raberkirin.

Û her du jî piştî serhildana ku bi kuştina Jîna Emînî destpê kir, hatin binçavkirin, êşkencekirin û girtin. Du jinên şoreşger, ku mafê wan ê darizandina edlî hate desteserkirin, cezayê darvekirinê li wan hate birîn. Li Îranê, cezayê darvekirinê bi qasî her cezayê girtîgehê dikare bi lez bê pêkanîn.

Rejîma molla ya faşîst; bi biryara darvekirinê re dixwaze ruhê serhildana "jin, jiyan, azadî" ku îlham daye jinên Tirkiye, Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanê, tune bike.

‘Em hêza xwe nîşan bidin’

Rejîma mollayê, armanc dike têkoşîna jinan ên ku teslîm nabin, serî natewînin û li ber xwe didin, biçewisîne. Weke jinên ji Tirkiye, Kurdistan û Rojhilata Navîn em ji van êrîşên rejîma mollayê faşîst re bêjin ‘raweste’.

Çawa ku me hêza xwe ya li dijî sîstemên kapîtalîst ên bi serdestiya mêr, paşverû û faşîst nîşan dan, li her devera cîhanê bi deng, hêz û çalakiyên xwe re bi dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' li hev civiyan, ji bo sekinandina cezayên darvekirinê jî em îro li ku dibin bila bibin dakevin kolanan.

Ji bo şerîfe Muhamed û Pexşan Ezîzî bidin jiyîn, bi berzkirina dirûşma 'Jin, jiyan, azadî' em hêza veguherîner a jinê nîşan bidin. Bi hêza ku em ji çalakiyên wan xwişkên leheng werdigirin re ku bi xweparastinê re nîşan dan tundiya mêr ne qedera me ye, ji bo em hesabê ji rejîma mollayê faşîst, mêetinger û sîstema bi serdestiya mêr bixwazin, em destê xwe bidin destê hev, deng û hêza xwe li kolanan bikin yek.”