Li Wanê herî kêm 15 kes hatin binçavkirin

Li Wanê di serdegirtina malan de Hevserokên Giştî yên DEM’ê Gulşen Kûrt û Veysî Dîlekçî jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin.

Navenda Nûçeyan-Polîsan îro serê sibê bi ser gelek malbatan de girtin. Di serdagirtinan de hevserokên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Veysî Dîlekçî û Gulşen Kûrt jî di nav de herî kêm 15 kes hatin binçavkirin. 

Navên kesên di serdagirtina serê sibê de hatine binçavkirin wiha ne: “Hevseroka Komeleya Piştevanî, Yekitî û Çandê ya bi Malbatên di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA-DER) Hanim Kaya, aktîvîsta Tevgera Jinên Azad (TJA) Aynûr Sarica, Hevserokê DEM Partiyê yê navçeya Artemêtan Cemîl Baydar, Dayikên Aştiyê Sarya Suer, Hazal Suer û Munîfe Kaçak; Adem Onat, Fazil Nûman, Tahîr Artîm û Selma Cintan.

Hat zanîn ku kesên hatine binçavkirin di midûriyeta polîsan de tên ragirtin. Derbarê sedema binçavkirinan de tu agahî nehatin bidestxistin.