Îsraîl li Xezayê sûcê mirovahiyê pêk tîne

Li Xezaya ku êrişên Îsraîlê li ser bê navber dewam dikin, mafên bingehîn ên jiyana mirovan tên binpêkirin. Bi mehan e binesazî tên xirakirin û çavkaniyên ava paqij têne bombekirin.

Navenda Nûçeyan – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha êrîşên xwe li ser Zîvala Xezayê bê navber didomîne.

Heyva Sor a Filîstîn ragihand ku, di serdegirtina artêşa Îsraîlê ya bajarê Nablus a li bakurê Şerîaya Rojava de, du zarokên di temenê 13 û 14 de bi guleyên rast birîndar bûne. Hat zanîn zarokan rakirine nexweşxaneyê, her wiha hat zanîn ku kesekê 65 salî yê ji aliyê Îsraîliyan ve hatiye derbkirin rakirine beşa lezgîn yê nexweşxaneya Îbnî Sîna ya li bajarokê Huvvarayê.

Li gorî nûçeya ajansa nûçeyan ya Filistînê WAFA’yê di sergirtina li bajarokê Hizir ya rojavayê Beyt Lahîm ê hatiye pêkanîn de, di pêvçuna di navber artêşa Îsraîl û ciwanên Filistînî de, ciwanek Filistînî ji ber bombeyên gaz û deng ya artêşa Îsraîlê, birîndar buye.

10 hezar xwendekar û 400 mamoste jiyana xwe ji dest dan

Li Zîvala Xezayê ya ku 10 meh in Îsraîl êrîşan li ser pêktîne de, Wezareta Perwerdeyê ya Filîstînê daxuyaniyek da û girêdayî rewşa xwendekaran axivî. Wezîr da zanîn ji ber êrîşên Îsraîl yên li Xezayê 39 hezar xwendekarên Filîstînî ne karîne bikevin ezmunên derbasbûna amedeyî û da zanîn 10 hezar xwendekar û nêzî 400 mamoste jiyana xwe ji dest dane.

Her wiha li gorî daneyên ku Netewên Yekbuyî parvekirî, ji ber êrîşên Îsraîl yên di 7’ê Cotmehê de li ser Xezayê da destpêkirin 625 hezar xwendekar ji perwerdê bê par man. Saziyên perwerdeyê yên li Zîvala Xezayê jî ji sedan 88’ê wan zerer dîtine.

Ji sedî 40’ê çavkaniyên Refahê tûne bûn

Ji aliyê din ve jî Ahmed Sufî yê serokê şaredariya herêma Refahê ya li başûrê Zîvala Xezayê ragihand ku artêşa Îsraîlê ji heftiyên despêkê yên meha Gulanê heya niha bê navber êrîşên xwe yên giran berdewam dike û herêm wekî herêma kerasetê lê hatiye û ji sedan 40’ê çavkaniyên avê tune bune. Ahmed Sufî ragihand ku Îsraîl bi awayek sîstematîk êrişên xwe yên li ser cihên qadên giştî jî di nav de wek avahî, tesîs, şebekeyên av û qenalan, kolan, bazar, navendên çandî, pirtûkxane, parq û hemu binesaziyên herêmê didomîne û got : “Ji ber êrîşên Îsraîl Refah buye herêma kerasetan.”

Ahmed Sufî anî ser ziman ku, temamiya başûrê Refahê ku ji sedî 35’ê bajêr digire nava xwe hatiye tune kirin û got: “Li taxên şerîda ku sedî 35’ê bajêr pêktîne, bi temamî hatine tunekirin û sînorê ku artêşa Îsraîl avakirî wek parçeyek yê herêma tampon tê qebûlkirin.”