Partiya DEM’ê têkildarî binçavkirinên li Kercewsê serî li İHİK’ê da

Serokwekîlên Komê ya DEM’ê û parlementeran, têkildarî binçavkirina 9 welatiyên li gundê Bilexş a navçeya Kercews a Êlihê û pirsgirêkên wan ên tenduristiyê, serî li İHİK’ê dan.

Navenda Nûçeyan - Serokwekîlên Koma Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM) 6’ê Tîrmehê li gundê Bilexş (Dereîçî) yê navçeya Kercews (Gercûş) ya Êlihê piştî serdegirtina malan, ji bo 8 kesên hatin girtin û şandin Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê û Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî serî li Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsê (İHİK) dan.

Girtiyan Emîne Kaya (54), Nezete Bolek (58), Sare Kaya (59), Habîb Kaya (61), Îsa Gîtmez (60), Nedîm Kaya (62), Yusuf Bolek (68), Zubeyîr Şîmşek (41) rastî lêgerîna tazî hatin.

‘Divê bikevin tevgerê’

Di serlêdanê de hat diyarkirin ku welatiyên hatine girtin, pirsgirêkên tenduristiyê yên weke nexweşiya giran a romatîzma, şekir, tansiyon, kêmaniya dil hene û divê komîsyon demildest bikeve tevgerê.

Di serlêdanê de wiha hat gotin: “Em daxwaz dikin ku Endamên Komîsyona Jêr a Lêkolîna Mafên Mehkûm û Girtiyan a di nava komîsyonê de der barê rewşa welatiyên bi temen ên li Girtîgeha Girtî ya Tîpa M a Êlihê û Girtîgeha Girtî ya Tîpa T a Beşîrî girtî ne, serlêdan bikin, Komîsyona Jêr, tespîta pêvajoya ku welatiyên girtî pê re rû bi rû ne û pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê yên ku dijîn, di cih de bike û raporek li ser amede bike.”