PENa Kurd û Komaleya Wêjekarên Kurd binçavkirina rojnamegeran şermezar kirin

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd û Komelaye Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyên nivîskî êrişên li ser rojnamegeran û binçavkirina rojnamgeran şermezar kirin û gotin divê rojnameger demildest bên berdan.

Navenda Nûçeyan- Li Amedê, îro serê sibehê polisan bi ser malên rojnamegeran de girt û Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût, Mazlûm Dogan Guler, Elîf  Ungur, Remziye Temel binçav kirin. Her wiha polîsan bi ser ajansa nûçeyan a jinê ya JINNEWS'ê de girtin.

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd û Komelaye Wêjekarên Kurd bi daxuyaniyên nivîskî binçavkirina rojnamegeran şermezar kirin.

PENa Kurd: Li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran her ku diçe zêdetir dibe

Komîteya Birêveberiya Giştî ya Navenda PENa Kurd  têkildarî binçavkirina rojnamegeran diyar kir ku li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe û got: "Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser bêne berdan. "

PEN a Kurd di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Li Tirkiyeyê zext, zor û çewsandina li ser rojnamegeran û azadiya derbirînê her ku diçe zêdetir dibe. Cara dawî li Amedê gelek kedkarên çapemeniya kurdan, bi avêtina ser malên wan de hatine binçavkirin. Li gorî ragihandina çapemeniyê; Hevserokê Komeleya Rojnamegerên Dîcle û Firatê Serdar Altan û Gerînendeya Jin Newsê Safiye Alagaş jî tê de, 13 rojnameger hatine binçavkirin. Navên rojnamegerên din ên binçavkirî ev in: Gulşen Koçak, Omer Çelîk, Azîz Oruç, Suat Doguhan, Ramazan Gecîken, Berivan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyuncu, Esmer Tunç, Mehmet Şahîn û Zeynel Abîdîn Bulut. Divê bê gotin ku sê roj berê jî Hevseroka Komeleya Rojnamegeran a Dîcle û Firatê Dîcle Muftuoglu jî hatibû binçavkirin, lê du roj berê hat berdan. Dema ku ev daxuyanî dihat nivîsandin, me bihîst ku hêzên ewlekariyê bi ser avahiya Jin Newsê de jî girtine. Em wekî Navenda PENa Kurd ji ber zext û zora li ser rojnamegeran û binpêkirina ravekirina fikir û ramanê xemgîn û dilgiran in, rewşa heyî ya nexweş şermezar dikin û hêvî dikin ku rojnamegerên hatine binçavkirin yekser û demildest bêne berdan."

Komaleya Wêjekarên Kurd: Em li gel parastina fikir û ramanên azad in

Komeleya Wêjekarên Kurd binçavkirina rojnamegeran şermezar kir û ragihand ku divê rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafan a li welêt diqewime bi dawî bê.

Komeleya Wêjekarên Kurd a derbarê mijrarê de daxuyaniyek nivîskî da bal li ser binpêkirinên mafan kişand û wiha got: "Em ne li gel vê yekê ne ku kedkarên çapemeniyê ji ber karê xwe dikin, ji ber pîşeya xwe bên binçavkirin. Em li gel parastina fikir û ramanên azad in. Divê rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafên li welêt diqewime dawî bê."

Komaleya Wêjekarên Kurd di berdewamiya daxuyaniyê de wiha got: "Zext, binçavkirin, girtin, êrişên sîstematîk ên li dijî rojnamegerên kurd didomin. Îro li Amedê polîsan bi ser malên gelek rojnamegeran de girtin. Bi serdegirtina malan; Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût hatin binçavkirin. Her wiha bi ser ajansa nûçeyan a jinê JINNEWS'ê de jî hat girtin. Îro tevî zext û zordestiyên li ser çapemeniya azad tên kirin jî rojnamegerên kurd ji bo ragihandina rastiya heqîqetê ya ji civakê re li ber xwe didin û serî natewînin. Em wekî Komeleya Wêjekarên Kurd dibêjin ku mafê rojnamegerên ku peywira xwe ya ragihandina rastiyê ya ji civakê re pêk tînin, ne zext û zordestî ye. Em ne li gel vê yekê ne ku kedkarên çapemeniyê ji ber karê xwe dikin, ji ber pîşeya xwe bên binçavkirin. Em li gel parastina fikir û ramanên azad in. Divê rojnamegerên hatine binçavkirin demildest bên berdan û dawî li binpêkirina mafên li welêt diqewime dawî bê."