TJA’yê ji bo meşa Gemlîkê ya 12'ê Hezîranê bang kir

TJA'yê ji bo meşa Gemlîkê ya ku dê di 12'ê Hezîranê de ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê lidarxistin, di serî de hemû jinan, bang li hemû gelan kir ku tevlîbûnek xurt bê pêkanîn.

Navenda Nûçeyan - Tevgera Jinên Azad (TJA) têkildarî Meşa Gemlîkê ya 12’ê Hezîranê daxuyaniyeke nivîskî weşand. TJA'yê di daxuyaniyê de banga tevlîbûna meşê ya xurt kir.

“Îdama fiîlî tê sepandin”

Di daxuyaniya ku hate gotin ku, cezayê giran ê girtîgehê yê heta hetayê yê ku dijberî rêgeza mafê hêviyê ye li Birêz Ocalan hatiye birîn û ev 23 sal in ku di binê îşkenceya tecrîda giran de tê girtin, de ev îfade hatin bikaranîn: “ Ger mirov tecrîdê bi tenê di wateya têgihî de bigire dest, dê rewşa heyî baş neyê famkirin. Birêz Ocalan bi civakê re têkiliyeke xurt daniye. Armanca dûrxistina wî ya ji civakê ew e ku rê lê bigirin ku bi hebûn û ramanên xwe bandorê li civakê bike. Birêz Ocalan bi berxwedana xwe ya dîrokî ya li hemberî pergala îşkenceyê ya 23 salan, ev komplo têk biriye. Her çiqas bedena wî dîl girtibin jî, bi hişmendiya azad û rihê azad, bi awayekî ramanî mirovê azad di kesayeta xwe de şênber kiriye. Mirov giyanewerekî civakî ye. Zindankirina mirovan a bi vî awayî sûcekî mirovahiyê ye. Bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê her roj înfaza îdamê ya fiîlî ya ku xwe dubare dike tê sepandin.

“Li dijî hemû kesên têkoşîn didin tecrîd tê sepandin

Di daxuyaniyê de ku hate diyar kirin, di kesayeta Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan de, li tevahiya civakekê, di serî de jî jin, li tevahiya alî, kes û gelên ku ji bo azadî û demokrasiyê têdikoşin jî bi heman awayî îşkence tê kirin û tecrîd tê sepandin, wiha hat gotin: “ Di heman demê de pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê wek laboratûarekê tê bikaranîn. Di vê laboratûarê de polîtîkayên taybet ên şerê psîkolojîk tên afirandin û sepandin. Birêz Ocalan bi sekna xwe ya li hemberî vê pergala îşkenceyê rûmeta mirovahiyê diparêze. Berxwedana wî ya herî mezin a li hemberî pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ev e ku bi paradîgmaya xwe ya demokratîk û xwezaparêz a ku azadiya jinê diparêze kiriye ku hêvî û baweriya afirandina cîhaneke nû daye mirovahiyê.”

"Paradîgmaya alternatîf ji xeyalê veguherî rastiyê”

Di daxuyaniyê de hate gotin ku paradîgmaya alternatîf a Abdullah Ocalan a bûye alternatîfa pergala modernîteya kapîtalîst, bi şoreşa jinê ya Rojava, ji xeyalê veguheriye rastiyê û wiha hat gotin: “ Li Şengalê jî tovên ku çandine şîn dibin. Êrîşên li ser Rojava û Şengalê jî li ser vê bingehê ne. Bi heman awayî sedema vê yekê ye jî ku hêzên navneteweyî li hemberî êrîş û polîtîkayên dagikirin-tevîkirinê (îlheqkirin) yên îktîdara AKP û MHP’yê yên ku wek domahîlka DAÎŞ’ê tev digerin bê deng dimînin û erê dikin. Ev rastî sedema tirsa ku ketiye dilê wan bi zelalî nîşanî me dide: Tirsa herî mezin a hêzên ku vê pergalê didomînin ew e ku pergala wan a mêtingeriyê ya serdest hilweşe.”

“Li Îmraliyê sûcê mirovahiyê tê kirin”

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin, Têkoşîna li hemberî pergala tecrîd û îşkenceyê hem berpirsiyariya ehlaqê civakî ye hem jî wek kirdeyên polîtîk, berpirsiyariya wijdanî û siyasî ya her kesî ye. Di daxuyaniyê de hate gotin ku, bi kûrkirina polîtîkayên tecrîdê, tevahiya pirsgirêkên siyasî, aborî, civakî û ekolojîk dibin hişkegirê, cih hat dayîn van gotinan: “ Îktîdar bi pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê faşîzma xwe dide pejirandin û welêt dixe nava gerînekekê. Çavkaniya pirsgirêkê pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ye. Heta ku ew neyê hilweşandin, faşîzm têk naçe. Bi sepanên taybet ên li Îmraliyê hiqûq tê paşguhkirin û sûcê mirovahiyê tê kirin. Îşkenceya ku li vir tê kirin ne bi hiqûqê, ne bi ehlaqê ne jî bi wijdanê tê ravekirin. Wek zilmeke berbiçav, sûcê mirovahiyê tê kirin. Heta ku zilm û îşkenceya li Îmraliyê ji holê neyê rakirin, dê tu pirsgirêk neyê çareserkirin.”

Ji meşa Gemlîkê re bang

Di dawiya daxuyaniyê de balkişandin li ser van tiştan: “Li ser vê bingehê, di serî de çareseriya pirsgirêka kurdan; çareseriya tevahiya pirsgirêkên bingehîn ên wek aştî, azadî, demokrasî û aboriyê bi jiholêrakirina pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê pêkan e. Ji ber vê yekê, divê bê zanîn ku heta pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê ya ku çavkaniya tevahiya pirsgirêkan e neyê hilweşandin tu kes ji me dê azad nebe. Bi vê zanîn û hişmendiyê divê wek civak, em eniyeke têkoşînê ya ku li hemberî tarîtiya reş a faşîzmê têbikoşe çêbikin û bi vê têkoşînê xwe ji esaretê rizgar bikin. Li ser vê bingehê, wekî TJA'yê, di serî de jin, em bangî tevahiya gelê xwe dikin ku bi awayekî xurt beşdarî meşa mezin a Gemlîkê ya ku dê di 12’ê Hezîranê de, bi dirûşma “Ji bo ku em li hemberî polîtîkaya tecrîdê azadiyê biparêzin, em dimeşin Gemlîkê” ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Birêz Ocalan bê lidarxistin bibe."

Jin Jiyan Azadî!”