Li Mexribê jinek ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin!
Li Mexrîbê dayîkek 60 salî ji aliyê kurê xwe ve hat qetilkirin. Ev buyer jî mîna hemu bûyerên qetilkirina jinan bi pirsgirêkên derûnî ve hat nixumandin!
Mexrib - Li bajarê Werzazat yê Mexribê jinek 60 salî ji aliyê kurê xwe ve hate qetilkirin, sedemê vê bûyera hov jî mîina gelek bûyerên qetilkirin û kuştina jinan bi qrîzên derûnî ve hat girêdan.
Rêveberiya Ewlekariya Neteweyî a Mexribê di 7'ê Hezîranê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku li navçeyeya Temtakalt a bajarê Werzazat ya Mexribê ciwanekî ku ji nexweşiya wî ya derûnî heye, dayika xwe qetilkiriye.
Di daxuyaniye da hat destnişankirin ku kiryar ji bo tesbitkirina hemû şert û mercan û zelakirina sedema vê bûyerê, ji aliye saziya polesa dadweriye ve di bin çavderiya serdozgeriya komare ya mafdar de ye.