Nobeda edaletê di roja 456’emîn de ye
Malbata Şenyaşar 456 roj in bi domandina nobeta xwe ya edaletê, dixwazin dengê wan bê bihîstin.
Riha- Nobeta ‘edaletê’ ya Emîne Şenyaşar a ku di 14'ê Hezîrana 2018'an de di encama êrîşa parêzvan û xizmên wekîlê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz de hevjîn û 2 kurên wê hatibûn qetilkirin li gel kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ji êrîşê bi birîndarî rizgar bûbû didomîne, di roja xwe ya 456’emîn de ye.
Emîne Şenyaşar a ji ber ku nexweş bû nekarî were ber edliyeyê, Ferît Şenyaşar li edliyeyê di nobetê de ye.
Ferît Şenyaşar, diyar kir ku der barê dayika wî Emîne Şenyaşar de bi hinceta "heqaret kiriye" 16 lêpirsînên cuda hatine vekirin û 5 jê veguheriye doz û wiha got: “ Ji axaftina dayika min peyvek digrin û bi talîmatê re dozger lêpirsînê vedike. Divê demildest ev bêhiqûqî bi dawî bibe.
“Dixwazin têkoşîna me asteng bikin”
Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe ya medyayê ev parvekirin kir: Ji bo têkoşîna me ya edaletê xilas bikin, pêşî gelek caran me binçavkirin, dema ev yek pêk nehat, 16 lêpirsîn vekirin û 5 jê van veguherî doz. Niha jî bi dayîna cezayê pereyan hewl didin têkoşîna me ya mafdar asteng bikin. Tu astengî nikare têkoşîna me ya mafdar bide sekinandin. Nobeta me ya Edaletê di roja 456’emîn de ye.”