Ji xizmên girtiyan bang: Em dengê xwe bi hev re bilind bikin

Xizmên girtiyan li ber Girtîgeha Tîpa D ya Amedê, banga "Em dengê xwe bi hev re bilind bikin" kirin

Amed - Xizmên nexweş û girtiyên ku înfaza wan hatine şewitandin îro careke din li ber Girtîgeha Girtî ya Tîpa D ya Amedê li hev civiyan. Endam û rêveberên Heremên Demokratîk (DBP) ya Amedê, Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Kesên li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER), Federasyona Komeleyên Piştevaniya Hiqûqî ya Malbatên Girtî û Hikumxwaran (MED TUHAD-FED) û Komeleya Piştevaniyê ya bi Malbatên Girtî û Hikûmxwaran re (TUAY-DER) a Amedê, piştgirî dan çalakiya xizmên girtiyan.

"Em vê zilme qebûl nekin"

Xizmê girtî Încî Guler a di çalakiyê de axivî, diyar kir ku tevî bangawaziyan jî bêdengî berdewam dike û wiha got: “Tevî evqas bangawaziyan Wezîrê Edaletê berçavka zilmê dernexist û zilma xwe domand. Tevî ku cezayê zarokên me û xwişk û birayên me qediyayê jî wan bernadin. Bila Wezire Edaletê baş bizane ku îro zilma ku îro li me tê kirin dê li wan jî were kirin. Em vê zilme qebûl nekin.”

"Em denge xwe bi hev re bilind bikin"

Nazîme Boltan a kurê wê girtî ye jî diyar kir ku zarokên wê tenê ji ber daxwaza maf û hiqûqê dikin di girtîgehê de ne û wiha got: “ Bila infaza zarokên me neşewitînin. Bila zarokên me yên nexweş ku di girtîgehê de ne demildest berdin. 7 meh in ku em di çalakiya edaletê de bang dikin lê hê jî dengê me nebihistine û pirsgirek çareser nekirine. Em ji vir carek din bang dikin û dibejin ku heta ew pirsgirek çareser nebe em dê çalakiya xwe bidomînin. Em li vir banga sazî, rêxistin û partiyên siyasî dikin, bila ew jî bên cem me, em denge xwe bi hev re bilind bikin."

Nobeta Edaletê, bi dirûşeme û çepikan bi dawî bû.