Li Amedê gelek rojnamevan hatin binçavkirin
Polîsan li Amedê Hevserokê DFG’ê Serdar Altan û Midura JINNEWS'ê Safiye Alagaş jî di nav de bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û ew binçav kirin.
Amed - Li Amedê, polîsan bi ser malên gelek rojnamevanan de girtin û lêgerînên pêk anîn. Di serdegirtinan de polisan Midûra JINNEWS'ê Safiye Alagaş, Hevserokê Komeleya Rojnamevanan a Dîcle Firatê Serdar Altan, edîtora JINNEWS'ê Gulşen Koçûk, edîtorê Ajansa Mezopotamyayê (MA) Azîz Orûç û rojnameger Omer Çelîk, Sûat Dogûhan, Ramazan Gecîken, Berîvan Karatoprak, Êlîf Ongûr, Remziya Temel, Neşe Toprak, Îbrahîm Koyûncû, Esmer Tûnç, Mehmet Şahîn, Zeynel Abîdîn Bûlût binçav kirin. Tê diyarkirin ku dibe hejmara binçavkiriyan zêde bibe.
Her wiha ofîsa JİNNEWS'ê ya li Amedê jî hate şikandin û amûrên wan ê teknîkî hatiye desteserkirin.