Li gundên Colemêrgê ji bo gel gubre qedexe ye ard jî tenê kîsikek e!

Gundên li qadên çiyayî yên girêdayî Colemêrgê di bin navê "ewlehiyê" de di bin dorpêça zextan de ne. Li gundan ketin û derketin li gorî şert û mercan, saetên diyar û îqamegah tê ferzkirin, destûr nayê dayîn ku welatî erzaq û gubreya zêde bibin malên xwe.

Colemêrg – Amed, Wan, Mêrdîn, Colemêrg, Şirnex, Sêrt û gelek parêzgehên Kurdistanê ji salên 1990’î ve di bin zextên dewletê de ne. Gundiyên ku bi şewitandina gundan, bi darê zorê koçberî, windakirina di binçavan de, îşkence û gelek pêkanînên din re rû bi rû mabûn, niha tevî hemû zextan jî dest ji axa bernadin. Li Colemêrga ku weke "Herêma Ewlehiya Taybet" hatiye îlankirin jî welatî gelek zehmetiyan dijîn. Ji aliyê walîtiya Colemêrgê ve ji her 15 rojan carekê bi dehan gundên girêdayî navçeyên Çelê, Şemzînan û Geverê, bi îlana herêma ewlekariya taybet re rû bi rû ne. Bi taybetî li qadên çiyayî û gundên li ser xeta sînor, ji ketin û derketinê ya welatiyan heta pêwîstiyên ku distînin sînor tên dayîn.

Gelek gund di bin zextan de ye

Li navçeya ku ji ber li sînorê Îran û Iraqê ye gelek caran operasyonên leşkerî tên jiyîn, nuqteyên lêgerînê serê du gavan carekê tên danîn. Di navçeya ku li ser sînorê Îranê cih digre de ne tenê Kayalik; Li taxên Cevîzlî, Çeltîk, Neşelî, Işik û taxên Tek Evler û Dutluca yên girêdayî navendê jî heman rewş heye. Welatiyên ji gundê Kayalik ê Çelê ku me li ser mijarê bi wî re hevdîtin kir, behsa zextên li ser gundê wan ên ji ber li herêma operasyonê ne kir.

Li ser gel ambargoya tê pêkanîn

Welatiyek diyar kir ku têne kesên îqametgehên wan hene digrin nava gund, bal kişand ku ji saet 17.00’ê êvarê ve ketin û derketina gund tê qedexekirin. Her wiha got ku qedexe heta serê sibeya roja din berdewam dike, tiştên tên jiyîn bi van gotinan vedibêje: “Dema ku li gundên hatine diyarkirin nexweşek lezgîn hebe, telefona herêma jor tê kirin û destûr tê dayîn ku ambulans bikeve hundir. Zehmet e ku malzemeyên xwarin û vexwarinê bînin gund. Tenê kîsikek ar tê girtin. Ger em hinekî zedê xwarinê bikirin, ew dipirsin dibêjin “hûn ê wan bidin kê? Dîsa yek ji qedexeyên ku li ser gundiyan hatiye kirin jî gubre ye. Bi hinceta ku ji gubreyê teqemenî tê çêkirin destûr nayê dayîn ku gundî gubreyê bibin gundê xwe.”