Panêla jinan bi şîrovekirina rola ragihandinê û diyarkirina biryaran bidawî bû
Panêla Meclîsa Jinên PYD ya bi şîrovekirin û nîqaşkirina erk û rola ragihandinê li dijî tundiya li ser jinê meşiya, bi diyarkirina biryarên derbarê mijarê de bi dawî bû.
Qamişlo - Bi armanca danasîn erk û rola ragihandinê li dijî tundiya li ser jin Meclisa Jinên PYD pênêlekê bi beşdarbûna jinan ji tevahî rêxistin jin, partiyên siyasî û saziyên civakî li dar dixe. Piştî vekirina panêlê ji aliyê Endama Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif, herdu beşên panêlê li ser rol û erka ragihandinê li dijî tundiya li ser jin, her wiha beşa duyemîn tundiya li ser jin û rêbazên çareseriya zagonî li dijî vê tundiyê hatin şîrove kirin.
Beşa yekem Rol û erka ragihandinê di têkoşîna li dijî tundiya li ser jin ji aliyê Hevseroka Ragihandina Azad Malva Elî ve hate şîrovekirin.
“Pêwîste zimanê ragihandina di pênaseya jin de zimanekî çêker be”
Hevseroka Ragihandina Azad Malva Elî derbarê mijarê de van nirxandinan kir: “Ragihandin xwedî nameyeke aşîtîxwaz e ji bo wê jina rojnemevan jî xwedî erkekî girîng e ku berpirsyartiya pirsgirêka jin bigre li ser milê xwe. Di şoreşa me ya jin de jina rojenamevan jî têkoşîneke bê hema da meşandin di derxistin hebûna jin de. Berî wê gelek jin hebûn rastî tundiyê dihatin, dihatin qetilkirin û tacîzkirin û tu aliyan girîngî ne dida vê yekê ji ber her dixwestin jinan kole bihêlin û hebûn, nasname û têkoşîna wê di civakê de nebe. Zîhniyeta ku li dijî doza jinan pêşketibû hîştibû jin di wî qalibê kevneşopiyê de paşguh bimîne ji bo wê çi tundî lê dihate kirin di cihê xwe de dima. Em dikarin bêjin ne tenê li Rojhilata navîn li gelek welatên derve jî ev rewş derbasdar bû. Îro bi fikrekî azad û diha zêdetirk pêşketî ragihandina me xwe dide der bi rengekî ku ew têkoşîn, heybet, pirsgirêk û hemû cureyên tundiya li jin tê kirin ji tevahî cîhanê re bidin xweyakirin. Pêwîste zimanê ragihandina di pênaseya jin de zimanekî çeker be û bibe bersiv ji hemû pirsgirêkan re û ya girîng piştgirt be ji tevahî jinan re. Îro di nav projeya demokratîk de jin xwedî roleke girîng e di hemû qadên civakî û siyasî de ji bo wê tu kes nikare rola jin paşguh bike. Berpirsyatiyeke girîng îro dikeve li ser milê me em çawa bikaribin di zimanê ragihandinê de li dijî vê tundiyê bisekirin û sûcdarên ku tundiyê li jinan dikin ceza bikin.”
Piştî şîrovekirina vê mijarê beşdarvanên jin bi nêrînên zengîn xwestek û hêviyên xwe anîne ziman.
Mijara duyemîn tundiya li ser jin û rêbazên çareseriya zagonî li dijî vê tundiyê ji aliyê Şêwirmenda Zagonsaz di Rêxistina Sara ya li dijî tundiya li ser jinan Neda Melkê ve hate şîrovekirin.
"Pêwîste diha zêdetirk şopandineke zagonî ji dozên jinan re hebin"
Neda Melkê derbarê mijarê de wiha got: “Berî her tiştî ez dixwazim bêjim em di civakek zeyndperest de dijîn heya niha gelek pirsgirêkên jinan hene me xwe ne gihandinê de û gelek jin hene jî nikarin xwe bighînin me ji bo wê rola ragihandina di çêkirina vê gihanidê de pir girîng e. Zagonên jin yên ku di nav projeya demokratîk de hatine pêşxistin em di der barê wê de parastina mafê hemû jinan ji tundiyê dikin. Pêwîste diha zêdetirk şopandineke zagonî ji dozên jinan re hebin ne tenê di aliyê me de, lê belê di aliyê hemû rêxistinên jinan yên derve û hundir. Di herêmên dagirkirî de gelek binpêkirin di der heqê jinan de têne kirin jin bi gelek qirkirinên eşkere re rû bi rû dimînin û heya niha tu aliyan berpirsyartiya wê di aliyê qanûnî de ne rakirye. Tu zagonên ku piştgirt bin ji jinan re ne hatine pejrandin û ger heya radeyeke kêm hebin jî ne pratik in. Em dixwazin di vê panêla xwe de bighêjin biryarên girîng ku em bikaribin bi alîkariya ragihandinê hemû sûcên li dijî jinan têne kirin ragihînin û berpirsyartiyeke zêdetirk rabikin. Her wiha pêwîste em mafê jinan ên zagonî ji wan re zêdetir pênase dikin da bikaribin cesaret bikin daxwaza mafê xwe bikin.”
Bi dawîbûna şîroveyên li ser vê beşê niha nîqaşên girîng ji aliyê jinan ve hat kirin.
Biryarên ku ji panêla Meclisa Jinên PYD de hatine pêşxistin wiha ne:
1- Rola çapemeniyê bi danasîna seknên birûmet û ronî ji jinan re û balkişandina li ser têkoşîna jinan di hemû qadan de divê bi awayekî erênî li ser jin, malbat û civakê nîşan bide.
2- Pêwîstiya ragihandinê bi agahdarkirina civakê li ser peymana navneteweyî "CEDAW" û bikaranîna medyaya civakî ya fermî di mijarên civakê de bi taybetî di warê jinan de bi awayekî herî baş were bikaranîn.
3-Vekirina çavdêriyeke hevbeş ji bo jinên Sûriyê ji bo şopandina wêneya jinan û diyardeyên tundiya li ser wan tê kirin, her wiha ji bo bidestxistina zanyariyan zêdetir derbarê mijara tundiyê de da bibe çavkanî û agahiyan bingehîn.
4-Çêkirina bernameyên medyayî derbarê dozên jinan de.
5-Teşwîqkirina ji sîstema Rêveberiya Xweser re ji bo bilindkirina azadiya derbirînê û azadiya ragihandinê di çarçoveya yasayî de û aktîvkirina rola qanûnê di rûbirûbûna gotinên nefret û tundiya li ser jinan.
6-Ragihandina rola rasteqîn a medyayê weke sîstemeke civakî ya ku baweriyê dide raya giştî.
7-Pêşandana rola jina Êzidî ya di medyayê de û eşkerekirina rastiyan.
8-Dezgehên perwerdeyê di kêmkirina êşên jinan de xwedî roleke girîng in û pêwîste zêdetir piratîk bibin.
9-Rejîmên desthilatdar ên bi pêşengtiya dewleta tirk bi armanca şikandina vîna jinên azad tevdigerin û hedef digrin pêwîste em li dijî wan xwedî bersivekke xurt bin.
10-Pêwiste panêlên nîqaşê di navbera herdu zayendan de bêne lidarxistin da zêdetir jin bi bikaribe pirsgirêkên xwe bîne ziman.