Li Tirkiyeyê birçîbûn di sînorê mirinê de ye
Li Tirkiyeyê zêdebûna bihayê madeyên bingehîn nîşan da ku 15 milyon kes li sînorê birçîbûnê jiyana didomînin û ji ber ne xwedîbûna têrker li sînorê mirinê ne.
Navenda Nûçeyan- Li gorî "Nexşeya Birçîbûnê" ya Bernameya Xwarinê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî (WFP), li 92 welatan bi tevahî 866 mîlyon mirov ji ber ku nikarin têra xwe bigihîjin xwarinê nikarin xwedî bibin.
Li gorî daneyên Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, li 36 welatan 333 mîlyon mirov têrker xwedî nabin. Tê texmînkirin ku li 56 welatan 533 mîlyon kes têrker xwedî nabin. Li gorî "Nexşeya Birçîbûnê", li gorî nifûsa giştî 10 welatên ku rêjeya herî bilind a hilberina ne têrker ya xwedî bûne bûye ev in:
*Afganistan (Ji 40,4 mîlyon nifûsan 37,4 mîlyon)
*Somalî ( ji 12,3 mîlyon nifûsan 11,3 mîlyon)
*Nîjer (ji 22,4 mîlyon nifûsan 16,4 mîlyon)
*Malî (ji 19.1 mîlyon nifûsan 11.5 mîlyon)
*Sûdana Başûr (ji 11 mîlyon nifûsan 6,3 mîlyon)
* Morîtanya (ji 4.4 mîlyon nifûsan 2.5 mîlyon)
*Tîmor-Leste (ji 1,3 mîlyonan 700 hezar)
*Burkîna Faso (ji 19,8 mîlyonan 10,9 mîlyon)
*Sûriye (ji 18 mîlyonan 9,3 mîlyon)
*Yemen (ji 15,1 mîlyonan 15,1 mîlyon)
*Kongo (ji 105,9 mîlyonan 48,8 mîlyon)
*Lesotho (ji 2,1 mîlyon 1 mîlyon)
Daneyên Tirkiyeyê balkêş in
Daneyên raporê yên li ser Tirkiyeyê gelek balkêş in. Welatê ku nifûsa wê 82,3 mîlyon e, 14,8 mîlyon nikarin têra xwe gida bixwin. Di daneyan de hat gotin ku di nava 3 mehan de 410 hezar kes tevlî kesên nikarin xwedî bibin hatiye zêdekirin, hat tomarkirin ku di mehekê de 50 hezar kes hatine zêdekirin.
Di zarokan de jî rêjeya nexwedîbûyin pir zêde ye. Daneyên Bernameya Xwarinê ya Cîhanê, ku diyar dike ku ji sedî 1,7 ê zarokên di bin 5 salî de pirsgirêka bi kêmxwariniya akût û ji sedî 6 jî bi kêmxwariniya kronîk jiyan dikin, sedemên rastiya zarokên li Tirkiyeyê ji birçîne dimirin radixe ber çavan.
Parêzgeha ku rêjeya kêmxwarinê herî lê zêde ye, bi sedî 20,25 Şirnex e.