Jinên Reqayê piştgirî dan berxwedana jinên Helebê

Jinên kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya xwe bi jinên bajarê Helebê re anîn ziman. Jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tavilê dagirkeriyê rawestînin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.

YUSRA EL-EHMED

Reqa – Jinên kantona Reqayê li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrişa hovane ya li ser bajarê Helebê ji aliyê çeteyên dewleta Tirk a dagirker ve pêk tên, şermezar kirin. Jinan tekez kirin ku berdewamiya hebûna çeteyan li ser xaka Sûriyê metirsiyeke jiyana bi milyonan kesan dixe nav metirsiyê.

Hêrsa jinên kantona Reqayê li hember vê yekê mezin e. Jinên kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya xwe bi jinên bajarê Helebê re anîn ziman. Jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku yekser ji bo parastina welatiyan bikevin nav tevgerê.

‘Armanca êrişan dabeşkirina demografiya Sûriyê ye’

Endama Meclîsa kombûna jinên Zenûbyayê Nesra El Eswed êrişên çeteyên dewleta Tirk a dagirker li ser herdû bajarên Heleb û Idlibê û hedefgirtina binesaziyan û malên welatiyan bi bîr xist. Nesra êriş şermezar kir û got: "Armanca dewleta Tirk a dagirker ew e ku demografiya Sûriyê dabeş bike û li gor berjewendiyên xwe yên kesayetî bikar bîne. Berdewamiya hebûna çeteyan li ser xaka Sûriyê metirsiyeke rastîn e û jiyana bi milyonan kesan dike metirsiyê. Ev hemû kiryar dikevin dosyaya binpêkirinên çeteyan û zagonên navdewletî yên parastina welatiyan binpê dike. Dewleta Tirk bi riya van êrişan dixwaze dîtina çareseriyek ji krîza Sûriyê re asteng bike."

‘Saziyên navnetewî tenê temaşe dikin’

Nesre El Eswed helwesta civaka navdewletî rexne kir û wiha got: "Temenê aloziya Sûriyê bû zêdetirî 13 salan. Civaka Navdewletî û cîhanê bi tevahî helwesteke cidî nîşan nedan. Tenê temaşe dikin. Ev helwesteke şermok e û cihê mixabiniyê ye."

Endama Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbya Xade El Mihemed ji aliyê xwe ve piştgiriya xwe bi xelk û jinên Helebê re anî ziman û wiha got: "Wek jinên bajarê Reqayê em piştgiriya xwe bi welatiyan re bi taybetî jinên Helebê re nîşan didin. Ji ber ku herî zêde jin zirarê ji şer û krîzan dibînin."

Xada El Mihemed bang li civaka navnetewî û rêxistinên mafên mirovan kir ku destwerdana lezgîn bikin û çeteyên dewleta Tirk a dagirker rawestînin, nehêlin beşên din ji xaka Sûriyê werin dagirkirin.