‘Azadiya Rêber Ocalan wê bibe çareseriya qeyranan'

Nûra Xêro ya Ereb, diyar kir azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwazin û wiha got: "Azadiya Rêber Ocalan wê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û gelek welatan bibe çareseriya qeyranan.”

Hesekê - Fikir, felsefe û têkoşîna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, dibe hêviya jinan. Nûra Xêro ya ji pêkhateya Ereb jî da zanîn Abdullah Ocalan wek Rêberê xwe dibîne.

Nûra Xêro ya ku di êrîşa Cotmeha 2019’an de neçar ma ji Zirganê koçî Til Temirê ya Kantona Cizîrê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike, diyar kir li Bakurê Kurdistanê ku beriya qeyrana Suriyeyê destpêke ji bo karkirinê çû, derfeta dîtina mala Abdullah Ocalan bi dest xistiye. Nûra Xêro, wiha got: “Em li nêzî mala Rêber Apo di zeviyê de kardikir. Dema ez ketim mala Rêber Apo min aramî hîs kir. Hesta aramiyê, ji azadiya ku ew pêşkêşî me dike tê.”

'Em bi hêviya roja ku Rêbertiya me di nava me de be dijîn'

Nûra Xêro, diyar kir rêberêk wek Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di bin tecrîdê de xistin, ji bo gelan windahiyeke mezin e û wiha got: “Rêber Apo rêberekê azadiya gelan dixwaze û pêşeroja me û welatên din ronî dike ye. Tenê Rêber Ocalan dibêje jin hene, xwedî maf in û bingeha jiyana wekhev û azad in. Ji ber vê yekê em jî îro şopdarên Rêber Apo ne. Dema em îro lê dinêrin tu kesî nekarî pergala demokratîk ava bike, lê Rêber Apo fikirî û ava kir. Em bi hêviya ku roja Rêbertiya me di nav me de be û em careke din serdana mala wî bikin, dijîn.”

'Pirtûkên wî li malan tê xwendin'

Nûra Xêro, dest nîşan kir Abdullah Ocalan beriya çend salan pêşbîniya bûyerên îro li Rojhilata Navîn diqewimin dît û wiha axivî: "Rêber Apo bûyeran beriya ku biqewimin dît, dema pirtûkên wî yên beriya çend salan nivîsandiye dixwînin dibînin. Îro pirtûkên Rêbertî li mal, civat, kolan, tax û cihên kar tên xwendin. Rêbertî her roj di hiş û diayên me de ye. Rêbertî îro ne tenê rêberek welatekî ye, rêberê hemû welatan e.”

'Nikarin fikrên wî di nava çar dîwaran de bigrin’

Nûra Xêro, bal kişand Abdullah Ocalan ji ber fikrên xwe tê tecrîd kirin û wiha got: "Dewlet dikarin mirovan bigrin, lê nikarin fikrên wan di nava çar dîwarên girtîgehê de bigrin. Lewma dewleta Tirk a dagirker û faşîst çiqasî fikrên Rêber Apo ya di girtîgehê de dorpêç bike jî wê nikaribe bigihêje armanca xwe. Em bi hepskirina Rêbertiya xwe re, hest dikin em hatina heps kirin. Em azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan dixwazin. Azadiya Rêber Ocalan wê li Tirkiye, Iraq, Sûriye û gelek welatan bibe çareseriya qeyranan. Lewra divê em îro xwedî vê xezîneya veşartî derbikevin.”

Nûra Xêro ya bang li jinan kir, wiha got: “Ji ber ku Rêber Apo rêberê me ye, divê em destê xwe bidin hev û wî azad bikin. Her wiha em dixwazin welatên din jî piştgiriyê bidin me. Em hêvî dikin welatan li dijî vê bêedaletiya li ser Rêbertiya me têbikoşin. Îro ragirtina Rêber Apo, şermekî mezin a welatên cîhanê ye.”