lîsta rojê
-

-

Strana Rojê: Rubar rashid kakayi - kirkuk
Jina ciwan a stranbêja Kerkukê, stranek a naveroka wê li ser bi hev re jiyana welatiyên Kerkukê belav kir. Strana peyama aştî û bi hev re jiyana welatiyên herêmê digire nava xwe bi çar zimanên Kurdî, Erebî, Tikmenî û Suryanî hatiye gotin.
-
-

Portreya rojê :Pêşenga jinên Endonezyayê: Kartini
Kartini qehremanek Endonezyayî û kesayetiyek neteweyî ya navdar a ji Javayê ye. Di heman demê de di warê perwerdeya keçan û mafên jinên Endonezyayê de jî pêşengî kir.
-
-

Portreya Rojê: Jina ku li Somaliyê hêvî geş kirî Hewa Abdî
Bijîşka Somaliyê û parêzvana mafên mirovan Hewa Abdi Dhiblawe ya li welatê xwe weke jinekolog a yekem tê nasîn, du keçikên xwe jî hînî bijîşkiyê û xizmetê kiriye. Ji ber xizmetên xwe yên nexweşxane û weqfa DHAF’ê hêjayî gelek xelatan hatiye dîtin.
-
-

Portreya Rojê: Clarissa Harlowe Barton
Clarissa Harlowe Barton pêşengiya vekirina Heyîva Sor a Amerîkayê kiriye.
-
-
-
-

Portreya Rojê: Jiyana Audrey Hepburn a ji şer maye
Lîstikvana Sînemayê ya di temenê biçuk de bi lîstina baleye ketî nava karê hunerê di fîlma bi navê Roman Holiday de Xelata Akademiyê ya jina lîstikvana herî baş girtiye.
-

-

-

Portreya Rojê: Leyla Qasim
Leyla Qasim bi helwest û biriyardariya xwe ya li ber sêdarên rejîma Îraqê di nava Kurdan de bû navek efsaneyî ji nû ve bi zarokên keç ên nû hatin dinyayê re jîndar bû.
-

Portreya Rojê: Hozan Mizgîn
Hozan Mizgîn bi huner û fedakariya xwe ji jinan bû mînak û cesaret da jinên ciwan.
-

-
-

Portreya Rojê: Şîrîn Elemhulî ya serî li ber sêdarên rejîma Îranê nedaniye
Şîrîn Elemhulî di nameya xwe ya beriya biçe ber darê sêdarê de wiha gotiye: “Ji tiştên min gotî wêdetir ti tiştek ji bo gotinê nemaye. Wan ji min xwestin ku ew çi dibêjin, ez dubare bikim û min wiha nekir. Ji bo çi divê ez girtî bimînim, an jî bême darvekirin? Gelo bersiva wê ji ber Kurdbûna min e?
-

Portreya Rojê: Inessa Fyodorovna Armand
Siyasetmedareke komunîst a Fransayê 8’ê Gulana sala 1874’an de li Parîsê ji dayik bûye. Yek ji endamên Bolşevîkan e û wekî femînîstek jiyana xwe li Rusyayê domandiye.