Portreya Rojê: Ana Nzinga

Ana Nzinga Mbande piştî mirina birayê xwe hatiye ser desthilatdariyê û 37 salan rêveberiya Matambayê kiriye. Di pêvajoya rêveberiya xwe de hem ji bo parastina herêma xwe li hemberî êrîşên portekîziyan hem jî li hemberî kirîn û firotina koleyan li bazaran şer kiriye.

Navenda Nûçeyan - Ana Dî Soza bi nasnavê Ana Nzinga Mbande jî tê nasîn xwedawenda gelê Mbundu yê li herêma Ndongo û Matamba ku niha weke Angola tê zanîn bûye. Sala 1583’an di nava malbata Ndongo ya li desthilatdariyê bûye li Kambasayê hatiye dinê. Bavê wê Mabandî Ngula Kîlwaxî heta miriye qraliyet birêve biriye. Dayika wê jî yek ji jinên bavê wê yên kole bûye. Ji dayika wê ya kole du xwişkên wê hebûne. Hê ji zarokatiya xwe ve liv û tevgerên wê cuda bûne, ev yek kêfa bavê wê dianî û bi xwe re dibir her derê. Ji civînên rêveberiya qraliyetê heta di şerê li hemberî portekîziyan de cih digirt. Pêşîlêvekirina bavê wê cesaret didayê û hîn zêdetir bi xwe bawer tevdigeriya. 
Piştî mirina bavê wê birayê wê Ngula Bîbondî herêma Matambayê birêve dibe. Ji ber rêzdariya bavê xwe ew jî pêşî li xwişka xwe nagire û di her tengasiyan de pê re dişêwire. Di wan pêvajoyan de êrîşên portekîziyan li ser Matambayê gelek zêde bûn. Di berxwedana li hemberî êrîşan de fikrên Nzinga girîng bûn. Di şerê sala 1618’an ê li hemberî portekîziyan de birayê wê jiyana xwe ji dest dide. Nzinga bi hêrsa tolhildanê tê ser desthilatdariyê û timî lêhurbûnên wê li ser pêşxistina hamleyên siyasî û leşkerî ne.
"Rêvebera Matambayê "
 Nzinga di sedsala 17’an de rêveberiya herêma Matambayê kiriye. Dema herêm di nava qeyrana siyasî de bû, bi jêhatîbûna xwe ya ramyariyê dawî li qeyrana siyasi aniye. Di pêvajoyek ku li Efrîkayê bazirganiya koleyan pir zêde bû de diçe desthilatdariyê û 37 salan rêveberiya wê domiyaye. 
Li başûrê rojavayê Efrîqayê li hemberî bazirganiya koleyan a portekîziyan şer kiriye. Vî şerî ji salên 1620 heta 1660’an domand. Ji ber gurbûna şer û qeyranên bi xwe re dianî Nzinga agirbest îlan kir û daxwaza hevdîtinan kir. Nzinga heta dawiya rêveberiya xwe li ser soza ku di hevdîtinan de dabû ma. Zaroka wê jehrî kirin û kuştin lê wê dev ji soza ku dabû berneda. Hêzên dijberî portekîziyan jî agirbest binpê kirin û êrîşên xwe domandin. Li hemberî êrîşan, welatiyên herêmê yên weke Cancayan bi rêxistin dike. Ji bo careke din bidestxistina Matambayê bi rêveberê Cancayan re dizewice û herêmê careke din digire bin serweriya xwe.
"Li herêmê hê jî bi hêza xwe ya konevaniyê tê nasîn"
Nzinga 17’ê Kanûna 1663’an di temenê 80’ê salî de jiyana xwe ji dest dide. Piştî mirina wê 7 hezar leşkerên wê li Berezîlyayê di bazarên koleyan de hatin firotin. Portekîziyan careke din êrîşî herêmê kirin û girtin bin mêtingeriya xwe. Hê jî ew li herêmê bi zanebûna xwe ya ramyarî û polîtîk tê bibîranîn. Li Luandayê navê wê li cadeyek mezin kirine. Sala 2002’an li Angolayê peykerê wê çêkirine.