Têkoşîna sedsalê ya ji bo temsîliyetê

Jinên ku li Tirkiyeyê nîvê hejmara hilbijêran pêk tînin, di warê hilbijartinê de her tim li paş hatin hiştin. Jin bi salan e dixwazin bi awayekî wekhev bên temsîlkirin bi xebatên xwe hewl didin li vê qadê cihê xwe çêbikin. Wêneyê ku di dema nîqaşkirina nêzîkatiya partiyên siyasî de ji bo jinan derketiye holê di grafîkên cîhanê de nebaş e. Helbet HDP’ê ji bo temsîliyeta wekhev gavan avêt û heta ji ber vê sedemê hat darizandin loma divê ku ji yên din were cudakirin.

SARYA DENÎZ
Stenbol - Jinên li Tirkiyeyê, di 5'ê Kanûna 1934'an de bûn xwedî mafê bijartin û hilbijêrbûnê. Nûnertiya jinan, çavkaniya bidestxistina wekheviyê û nêzîkatiya partiyên siyasî ji jinan re hê jî mijara nîqaşê ye.
Ji sala 1935’an û vir ve ku jin di hilbijartinan de yekem car bûn namzed, 523 jin weke parlamenter ketin Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê jin di nava 84 salan de nikaribûn meclisa 600 kursî bi temamî dagirin. Di pêvajoya ku di dîroka Tirkiyeyê de rêjeya wekîlên jin herî zêde bû de jî rêjeya wekîlên jin ji sedî 17,6 ma.
"Cara destpêke 17 jin hatin hilbijartin"
Di hilbijartinên giştî yên 400 kursî de ku di 8’ê Sibata 1935’an de hat kirin de û ji sedî 48 hilbijêran, jin bûn, tenê 17 jin dikaribûn derbasî Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê bibin. Di hilbijartinên pêşwext ên ku salek piştî vê dîrokê hat kirin de jinek din jî wek parlamenter hat hilbijartin. Bi vî awayî hejmara kursiyên jinan bû 18. Parlamenterên jin ji sedî 4,5 ê hemû parlamenteran pêk anîn.
"Tu carî rêjeyê temsîla tam peyda nekir "
Ev rêjeya ku di wan salan de wekî serkeftina Tirkiyeyê ketibû dîrokê, dema ku behsa hilbijartinên 1950’yî hat kirin, dîsa bi paş ket. Di sala 1950’yî de tenê sê jin ketin Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyeyê. Heta sala 1999’an rêjeya parlamenterên jin ji sedî 2 derbas nedibû. Di sala 1999'an de bi 22 wekîlên jin rêjeya wekîlên jin bû ji sedî 4,2. Di hilbijartinên 2002, 2007 û 2011'an de hejmara parlamenterên jin zêde bû lê rêjeya temsîliyeta jinan û rêjeya namzedên partiyên siyasî ne têrker bû.
"Hilbijartinên 7’ê Hezîranê xwe li dîrokê nivîsandin"
Di dîroka Tirkiyeyê de herî zêde parlamenterên jin di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de derketin. 97 jin bûn parlamenter, ji wan 32 parlamenterên jin, parlamenterên HDP’ê bûn. Piştî hilbijartinên Hezîrana 2015’an dîsa rêjeya nûnerên jin kêm bû. Di hilbijartinên 1'ê Mijdara 2015'an de 81 jin hatin hilbijartin. Piştî hilbijartinên 24'ê Hezîrana 2018'an niha 101 parlamenterên jin li Meclisê hene.
"Tirkiye, di rêza dawiyê de"
Daneyên li ser temsîliyeta jinan a di jiyana civakî de di "Rapora Ciyawaziya Zayendî ya Cîhanê ya 2021’ê" de ku ji aliyê Foruma Aborî ya Cîhanê ve hatiye amadekirin, balê dikşîne. Endeksa ku newekheviya zayendî ya di navbera nifûsa jin û mêr a 156 welatan de lêkolîn dike, Tirkiye li gorî sala 2019’an bi paşveçûnek 3 gav ket rêza 133’an. Tirkiye di warê beşdarbûna jinan a jiyana aborî, wekheviya derfetan û wekheviya mûçeyan de di rêzên dawî yên lîsteyê de cih digre. Ji ber pandemiya Kovîd-19 ku di sala 2020’an de bandorê li hemî welatan kir û hê jî berdewam dike, cudakariya navbera jin û mêran hîn zêdetir kir.
"Di nava 192 welatan de, Tirkiye di rêza 117’an de ye"
Tirkiye ji aliyê rêjeya parlamenterên jin ve di nav 192 welatên cîhanê de di rêza 117’an de ye. Di nav 37 welatên Ewropayê de di rêzên dawî yên lîsteyê de di rêza sêyemîn de ye. Di lîsteyê de gelek welatên Afrîkayê di rêza yekem de cih digrin. Di serî de Ruanda, Kuba, Bolîvya û Meksîka hene. Tirkiye di warê parlamenterên jin de ji gelek welatên Afrîka, Asya û Rojhilata Navîn e li paş maye.
"Jin temsîliyeta wekhev dixwazin"
Jin bi salan e li Tirkiyeyê ji bo pêkanîna prensîba temsîliyeta wekhev têdikoşin û diyar dikin ku her çend pêşnûmeyên qanûnê yên hatine amadekirin bên redkirin jî partî dikarin vê yekê li qanûnên xwe zêde bikin û bixin pratîkê. EŞÎK yek ji wan saziyan e ku ji bo di vê mijarê de bixebitin zextê li Meclisê dike. Li Tirkiyeyê HDP bi qanûn û pêkanînên xwe weke partiya ku prensîba temsîliyeta wekhev pêk aniye derdikeve pêş. Di vî warî de HDP’a ku hem bi xebatên wekîl, hem jî bi namzedan pêşengiyê ji jinan re dike, wekî “partiya jinan” tê pênasekirin. Em careke din bi bîr bînin ku israra HDP'ê ya di temsîliyeta wekhev de ku sîstema "Hevserokatiyê" da destpêkirin û li ser vê mijarê bi biryardarî dixebite, di heman demê de mijareke cuda ye darizandine ye.
Li aliyê din jin bang li partiyên din ên siyasî dikin ku pergala zincîrê pêk bînin. Bi kurtasî jin diyar dikin ku tu meclisa ku wekheviya zayendî armanc neke, nikare bi hêz û pêkhatî be.