Portreya Rojê: Astronom Vera Rubin

Astronom Vera Rubin hem di qada zanîstê de keşfên nû dike, hem jî li hemberî zayendperestên mêr têkoşînê dide. Bi keşfa madeya tarî ya ku bûyerek awarte ya zanistî bû re pêşketinên gelek giring da çêkirin.

Navenda Nûçeyan - Rêgez farq dike? Lê belê, ji bo heyber jî têra xwe ferq dike yan na, ev jî pirsek ditîr e. Dema ku li ser mûnhanîya vegera galaksiyan kar dike di qoziya galaksiyan de farq dike ku nakokiyek heye. Ev nokokî pîştî lêkolîna  Vera weke “problema vegera galaksiyan” hate bi nav kirin. Di Rojnameya The New York Times ê de jî ev mijar weke “bîra Kozmîk di guhertina pîvana kopernîk de alikarî daye” hate bi nav kirin. Sala 1993’an jî weke Nîşana Zanista Netewî verdigre. Ji van lêkolîn û navan wêdetir jî Vera li hemberî zayendperestiya civakî jî têkoşînvanek bihêze.  
 Pêşenga xebatên vegera galaksiyan Vera Rubin 23’ê tîrmeha 1928’an li bajarê Philadelphia yê eyaleta Pennsylvania ya DYE yê çavên xwe li jiyanê vekiriye. Dayik û bavê wê ji nêz ve bi zanistê re peyîwendîdarbûn. Berî ku bê diniyayê malbata wê ji Rojhilatê Ewrupayê koçî Emerîkayê dike. Di temenê 10 salî de ceribandina xwe ya despêkê li ser kartonekê çêdike. Hê di ferqê de nebû ku zanist di destê mêran dene. 
Piştî 20 salan teoriya Vera yê hat pejirandin
Sala 1948’an li koleja Vassarê perwerda felekiyatî (astronomî) dibîne. Piştî vê perwerdê li zanîngeha Princetonê dixwaze astrofîzîk bixwine lê nizane ku ev beş jinan nagire. Li ser wê bûyerê li zanîngeha Cornell master dixwîne û li Georgetown ê jî doktoraya xwe li gel Profesor Doktor George Gamow temam dike. Teza wê ya doktorayê “Galaksiyan eletexmînî di fezayê de belav nebûye, li şuna wê weke grub bi grub belav bûne” teoriyê xwestiye vê pîştrast bike. Piştî 20 salan teoriya Vera tê pêjirandin. 
Piştî doktorayê beşdarî ekîba Miqnatisên reş ên Enstîtûya Carnegie dibe. Lê ji jinan re destur nayê dayîn ku beşdarî ekîbê bibin, heta desturê nadin li cihê kar lê tê kirin re derbas jî bibin. Her çendî ev nêzîkatiyên zayendperest gelek caran wê tengav kiribe jî heskirina wê ya zanistê li ser her tiştî re bû û nedikarî devjê berde. Ji ber van nêzîkatiyên li jinan diçe kijan beşa zanîstî têkoşîna wê ya li beramberî baviksalarî berdewam dike.  
“Binêrin êdî tuwaleta jinan jî heye”
Sala 1964 li Kalîforniya yê jina despêkê di çavdêrxaneya Palomar de destbi kar dike. Cara yekemîn jinek 200 inç dûrbîn bikar tine, ew jî Vera ye. Hin derdorên zordestiya mêr ne rewşenbîr bûyîna civakê bi vê îzah dikin. Pirsgireka feraseta baviksalarî di çavdêrxaneyê de jî berdewam dike. Weke mînak tuwaleta jinan di çavdêrxaneyê de nîne. Vera kaxizek rengîn weke tenureyê jinan dibe datîne li ser wêneyê ber deriyê tuwaleta mêran û dibêje: “Binêrîn êdî tuwaleta jinan jî heye.” Lê pirsgirek ne bi tenê nebûyîna tuwaleta jinan e, di heman demê de jin nikarin biçin qatên jor yên çavdêrxaneyê jî. Mecalek bidestê Vera dikeve ku bi astrofîzîkçiyê binavûdeng George Gamow re hevdîtîn bike. Lê ji bo hevdîtinê jî nikare biçe ofîsên qatên jor. Neçar dimînin ku li holê çavdêrxaneyê hev bibînin. 
Hebûna heybera tarî nêrîna li gerdunê guherand
Vera, hem di qada zanîstê de keşfên nû dike, hem jî li hemberî zayendperestên mêr têkoşînê dide. Bi keşfa madeya tarî ya ku bûyerek awarte ya zanistî bû re pêşketinên gelek giring da çêkirin. Gerdûn her ku diçu fireh dibû lê ji bo çi fireh dibû nedihata zanîn. Heybera Tarî rê li ber gelek tiştên ku di zanistê de nedihatin zanîn vekir. Di qada astrofîzîkê de weke jinek têkoşîna wekheviya jin û mêran da. Hebûna Vera heman guhertin di vê qadê de jî çêkir. Bi îspatkirina hebûna Heybera Tarî re hebûna jinan jî îspatkir ku jin jî dikarin di qada stêrknasî de hebin. 
Keşfa Heybera Tarî sedsala 20’an di astronomiyê de serkeftinek mezin bû. Stêrknas Emily Levesque di kovara Astronomî de keşfa Vera wiha bi nav dike “hebûna Heybera Tarî, perspektifa me ya gerdûnê bi temamî guhert.”
Îspatkirina Heybera Tarî reş di encama bi salan ya li ser galaksiyên dûr de çêbû. Vera û hevpîşeya xwe problema mûnhanîya vegera galaksiyan şopandin. Nakokiya mûnhaniya rast ya momentum a şopandina mûnhaniya momentum an kefşkirin. Encam Heybera Tarî bû. Ji bo ku bersiva pirsa “çima gerdûn fireh dibe” bidin Heybera Tarî giring bû.  Ji ber Heyberya reş “Baristeya Winda ya Gerdûnê” bû. 
26 kanuna 2016’an di temenê 88 salî de jiyana xwe dest da. Vera ya hem di lêgerînên galaksiyan de hem jî ji bo bidestxistina mafê jinan di keşfên nû û cuda de cihê xwe girtî dibêje: “Me li dunyayek nû nêrî, em bi sirên ku me xeyal nedikir û giriftan re rûbirû man. Hê sirên gerdûnê eşkere nebûye. Ev sirên gerdûnê li benda zanistên sergeşte ne.”