Portreya Rojê: Peykertiraş Camîlle Claudel

Mamosteyê Camîlleyê Rodîn, ji bo Camîlleya ku wek kesayeta ruh dide peykeran tê nasîn, ruxmê hesûdiya xwe jî wiha dibêje: “Min jê re got ka wê li ku derê zêr bibîne lê zêra ku Camîlleyê dît di hundirê wê de bû.”

Navenda Nûçeyan - Hunermenda grafîk û peykersaz Camîlle Claudel di 8’ê kanûna 1864’an de li herêma Aîsne ya Fransayê hatiye dinyayê. Camîlle di nava malbatek rewşa wê ya aborî baş de mezin dibe. Bavê wê Louîs Prosper li bankayê erkdar bûye, dayika wê Athanaise Cecile Cerveaux jî ji malbateke Katolîk a dewlemed e. Camîlle dema hîn biçûk e, balbata wê li Vîlleneuve-sur-Fere yê bi cih dibe. Birayê wê yê biçûk Paul Claudel di sala 1866’an de li wir tê dinyayê. Di zaroktiya xwe de meraqa wê ya lîstoka bi kevir û heriyê zêde bû, ev yek jî dida nîşandayîn ku peykersaza pêşerojê ya bi qabiliyet e. Her çend dayika wê tu caran evîna wê ya di mijara hunerê de baş pêşvazî nekiribe jî bavê Camîlle ji hêla madî û manewî de her tim jê re bû alîkarê herê mezin. Ji bo ku perwerdeya peykersaziyî bibîne di sala 1881’an de diçin Parîsê û li wir bi cih dibin; li Academîe Colarossî, li gel peykersaz Alfred Boucher dest bi perwerdeyê dike. 
Camîlle dibe reqîba mamostayê xwe 
Di wan salan de qedexe bû jin di akademiyên mezin ên hunerê de perwerde bibînin. Ji bo vê jî xwendekarên keç li gel hunermendên bi nav û deng di atolyeyên wan de perwerdeya taybet didîtin. Nasîna wê ya bi Rodîn re jî wiha pêk hat. Komeke keçên ciwan tevî hunermend di atolyeya Rodîn de dest bi perwerdeya peykeran dikin. Di sala 1884’an de qabiliyeta bêhempa ya Camîlle û kesayeta wê ya bi bandor, wê ji xwendekarên din cuda dike û dibe berdila Rodîn. Ev jina ciwan piştî demekê dibe evîndar û yek ji reqîba herî mezin a Rodîn.
Dema ku têkiliya Camîlle û Rodîn dest pê kir, Rodîn bi Rose Beuret re bîst sal bû zewicî bû. Lê di navbera wan de pirsgirêk hebûn û jiyana wan baş nediçû. Nêzikatiya wî ya bi Camîlleyê re ji bo her du yan jî bû xala werçerxê ya herî dawî. Bi hev re îmze avêtin bin gelek kar û xebatan. Rodîn di vê dîrokê de berhema xwe ya herî mezin “Deriyê Cehenemê” çêkir.
Li ser berhema heyî bi awayeke pir zelal şopên Camîlle yên tên dîtin û tê gotin ku piraniya vê berhemê jî ya Camîlleyê ye. Helbet ne tenê berhema “Deriyên Cehenemê” ewil berhema Camîlleyê ye ku Rodîn xwedî lê derdikeve û dike malê xwe, herwiha Rodîn gelek berhemên vê jina hunermed dike malê xwe. Di tevahiya vê demê de Camîlle di her hêlê de ji Rodîn baştir û xwedî qabiliyet e lê rexmê vê jî her tim di bin siya Rodîn de dimîne û ji vê têkiliya veşartî ducanî dibe.
Di encama qezayekê de zaroka wê li ber diçe û tê gotin ku piştre jî ji aliyê derûnî de rewşa wê nebaş dibe. Ji ber ku di wan deman de ji aliyê gel de têkiliyeke wiha baş nedihat dîtin, dayika Camîlle wê red dike û Camîlle neçar dibe ku malê biterikîne. Li gorî hin derdoran sedema depresyona Camîlleyê bi awayên cuda tê şîrovekirin  lê hin kes jî didin diyarkirin ku Camîlle rewşa wê baş bûye û bi awayek zanebûn ji hêla evîndar, bira û pergala desthilatdar a zilam ve weke ku ew ji hêla derûnî de nebaş bûye hatiye nîşandayîn. Heya sala 1898’an bi Rodîn re evîneke bi firtone û jiyana tije huner didomîne. Ji bo Camîlle ev evîn bi qasî ku bi azwerî bû, ewçend jî bi êş bû.
“Hunera wê mirov heyirî dihêle”
Nêzakatiya tund a Rodîn a li dijî jinê û qayîşkêşana wî ya bi Camîlleyê re, rê li şereke dijwar vedikir. Ji ber ku Rodîn baş dizanî ku Camîlle ji wî gelek li pêştir e û ev yek jî ew dihesidand. Camîlle herî dawî biryara jiyana bi tenê dide û Rodîn berdide. Di vê pêvajoyê de Camîlle berhemên xwe yên bi navê “Vals”, “Clotho”, “Serdema Gihîştinê”, “Xwedayê wenda”, “Jinên lewce”, “Sakuntala” di destpêka sala 1903’an de li salona d’Automne pêşkêş dike.
Li gorî ku rexnegirê navdar ê hunerê Octave Mîrbeau dide diyarkirin û dibêje: “Ew jin bêhempa bû. Berhemên wê yên hunerî mirov heyirî dihêle û heyrantiyeke mezin çêdike.” Piştî ku Camîlle ji Rodîn vediqete ji peykerên klasîk dûr dikeve, hîn zêdetir nêzî Art Nouveau dibe. Di berhema xwe ya bi navê “Serdema Gihîştinê” de veqetîna xwe ya bi Rodîn re bi hemû êşê radixe ber çavan û her wiha hunermenda jin yekemîn kes e ku materyala onîks a di peykeran de bi kar tîne.
Mirov dikare wê hesta xurt a ku di peykerên çêkirine de tê dîtin, bibîne. Ev jî bêhempabûna wê dide xuyakirin. Rodîn, ji bo Camîlle ku wek kesa ruh dide peykeran tê nasîn, ruxmê hesûdiya xwe jî wiha dibêje: “Min jê re got ka wê li ku derê zêr bibîne lê zêra ku Camîlle dît di hundirê wê de bû.”
Camîlle piştî salên 1898’an, wek hunermedek bi nav û deng a sedsala xwe, di gelek aliyan de tenê ma. Yek ji alîkarê wê yê herî mezin bavê wê bû, jiyana xwe ji dest dabû. Birayê Camîlle ku heyranê wê bû, ji ber ku dîplomat bû diçe Çînê û li wir bi cih dibe. Tê gotin ku ji ber van pirsgirêkan, zor û zehmetî û pirsgirêkên madî rewşa wê ya derûnî xira dibe; ev yek çiqas rast e û çima jina bi nav û deng a hunermend wiha tê nirxandin, nayê zanîn. Li gorî hinek çavkaniyan, Camîlle di sala 1906’an de şevekê krîz derbas dike û di encamê de hemû berhemên xwe dişkîne. Piştî demekê rewşa wê xirabtir dibe, bi nexweşiya derûnî dikeve. Ew ji hêla malbat û Rodîn ve li nexweşxaneya derûniyê tê bicihkirin. Lê li gorî hin gotegotan Camîlleya ku Rodîn bi dizîna raman û berhemên xwe sûcdar dikir, ji bo ku ji wî derbas neke ku êdî baş dizanî Camîlle ji wî baştir e û nikare pêşiya wê bigire, ji aliyê Rodîn ve li nexweşxaneya dînan tê hepskirin. 
Bi vê yekê jî namîne, nahêlin ku Camîlle li nexweşxaneyê jî peykeran çêbike. Her wiha tê destnîşankirin ku gelek berhemên bi nav û deng ên Camîlle bi navê birayê wê, yan jî bi navê Rodîn tê pêşandan. Camîlle dabû diyarkirin ku heya mirinê dixwaze peykeran çêbike.
Di nameyeke xwe ya ku ji bo birayê xwe Paul nivîsî bû de, li ser mijara mayîna xwe ya li nexweşxaneyê jî wiha dinivîse; “Tîmarxane! Ciheke ku jê re bêjim mala min jî nîn e! Rewş û karê min li gorî dilê wan maye! Ev îstîsmara li ser huner û ramana jinê ye, heya dawî astengkirina hunerê ye… Bi zanebûn ez revandim, ji bo ku li cihê lê hatime girtin ji ramanên min feyde bigirin. Ew baş dizanin ka zanebûna wan çiqas bi sînor e. Ez niha wek kelema ku kurm dikiritîne me, her peleke min ku nû şîn dibe, wek xuretiyekê tavêje made…
Dizanim, ev çend sal çêbûn ku ez li vir heps kirime; berhemên ku min di tevahiya jiyana xwe de çêkiribûn, xwedî lê derketin û piştre jî jiyana girtîgehê ku wan heq kiribû, niha bi min didin jiyîn.
Ev hemû tişt ji serê Rodîn ê pîs derdikevin, di serê wî de tenê fikarek hebû ev jî piştî ku ew bimre ez bibim hunermend û wî derbas bikim. Ji bo vê yekê jî asteng bike, dixwest hem dema dijî, hem jî piştî ku mir ez tu caran şa nebim. Waye di her hêlê de bi ser ket!
Ez êdî ji vê esaretê gelek aciz bûm… Qey ez ê tu caran venegerim malê, Paul?”
“Gelo ji bo ku bi tenê bimînim ma min çi kiribû?”
Doktorê Camîlle di sala 1920’an de ji malbatê re nameyek dişîne û tê de dinivîse ku bila keça xwe bibin malê. Lê belê dayik û xwişkên wê vê pêşniyarê qebûl nakin û bersiv nadin nameya doktor. Birayê wê Paul jî di pênc sal carekê li nexweşxaneyê diçe serdana xwişka xwe.
Camîlle Claudel di 19’ê cotmeha 1943’an de, piştî ku 30 sal li tîmarxaneyê dimîne jiyana xwe ji dest da. Ev jin xwedî qabiliyeteke bêhempa ye lê di mijara civak û malbata xwe de ewçend bi şans nebûye. Weke ku bi xwe jî tîne ziman û dibêje; “Ev qabiliyeta ku ji aliyê kurman ve tê kiritandin, berî ku fêkiyê xwe yê gihîştî bide, hat tunekirin.
Ji bo ku evqas bi tenê bimînim gelo ma min çi kiriye?”