Portreya Rojê: Hannah Arendt

Di mijara raman û çalakiyê de Hannah van tesbîtan dike; “Heya çalakî nebe, tenê bi serê xwe raman wê têrê neke, ji ber wê jî lazim e pratîk jî hebe. Pêwîst e dem bi dem kes ji bo hizirandinê xwe bikişîne hundirê xwe û paşê jî li gorî van hizirandinan berpirsyariya wan çalakiyên ku pêk anîne bigire ser xwe.”

Di mijara raman û çalakiyê de Hannah van tesbîtan dike; “Heya çalakî nebe,  tenê bi serê xwe raman wê têrê neke, ji ber wê jî lazim e pratîk jî hebe. Pêwîst e dem bi dem kes ji bo hizirandinê xwe bikişîne hundirê xwe û paşê jî li gorî van hizirandinan berpirsyariya wan çalakiyên ku pêk anîne bigire ser xwe.”
Navenda Nûçeyan - Hannah Arendt di 14’ê cotmeha 1906’an de li bajarê Linden ê Hannovera jêrîn a wê demê bajarek serbixwe yê Împaratoriya Alman bûye, hatiye dinê. Li Konigsberg û Berlînê di nava malbatek dîndar de mezin dibe. Li ser zimanê yunanî, felsefe û teolojiyê perwerde dibîne. Di berhema xwe ya bi navê “Hebûn û dem” de jiyana rojane ya mirovan xistiye bin lêpirsînê. Bûyerên di jiyana rojane de mirov pê re rû bi rû tên bala wê dikşîne û li ser lêkolînên kûr dike.
Mijareke din a ku bîr û baweriya wê mijûl dike, mijara hebûna bi mirovên din re ye.
Hannah li gel fîlozofên navdar Martîn Heidegger û Karl Jaspers derfeta hîn zêdetir di felsefeyê de lêhûrbûnê dibîne û di beşa felsefeyê de ezmûna doktorayê dike. Ji ber ku bi eslê xwe Cihû ye bi hin tengasiyan re rû bi rû dibe û neçar dimîne ku bireve Parîsê.
Li Parîsê xebatên xwe yên felsefeyê  didomîne. Piştî ku li Parîsê bi Heinrich Bhucher re dizewice, di beşa siyasetê de jî meraqa wê çêdibe û wek teorîsyena siyasî jî hin tesbîtan bi pêş dixe. Ji ber tengezariyên wê demê nikare li Parîsê jî bimîne û neçar dibe bireve DYA’yê û heya dawiya jiyana xwe li vir dimîne.
“Çalakî temamkera ramanê ye”
Dema ku lêkolînên xwe yên felsefeyê daye meşandin; bi qasî ku ji feylesofên li gel xwe bi bandor bûye ewçend jî ji ramanên Sokrates bi bandor bûye. Li gorî wê hemû mirov ji hev cuda ne û ev cudabûn hev temam dike. Mijareke din a li ser disekine jî girêdana di navbera raman û çalakiyê de ye. Di nêrîna wê ya dibêje: “Fikrandin bi serê xwe diyaloga di navbera kes bi xwe re ye” tê dîtin ji Sokrates bi bandor bûye.
Di mijara raman û çalakiyê de jî van tesbîtan dike; “Heya çalakî nebe, tenê bi serê xwe raman wê têrê neke. Ji ber wê jî lazim e pratîk hebe. Pêwîst e dem bi dem kes ji bo hizirandinê xwe bikişîne hundirê xwe û paşê jî li gorî van hizirandinan berpirsyariya wan çalakiyên ku pêk anîne bigire ser xwe.” Di berhemên xwe yên bi navê, “Jiyana hiş, fikirandin” û “Jiyana hiş, xwestin” de hewcehiya lêhûrbûnê  temamkirina wê bi çalakiyan baş aniye ziman.
“Xirabiyên ji rêzê”
Lêkolînên wê yên li ser totalîtarîzmê jî bi taybetî rûniştina doza Adolf Eichmann a di sala 1960’an de girîng e. Adolf di dema Naziyan de komkirina cihûyan a di baregehan de organîze kiriye, ji ber vê pişt re tê girtin û bi cezayê darvekirinê tê darizandin. Hannah weke raportur beşdarî dozê dibe û di mijara dozê de hin tesbîtên wê yên girîng hene. Tesbîtên xwe yên wê demê di berhema “Eichmann li Kudîsê ye de berhev dike û raportek li ser “xirabiyên ji rêzê” diweşîne.
Di sala 1962’an de weke mamostaya Akademiya Zanist û Hunera Amarikayê û endamtiya Akademiya Wêje û Hunerê ya Amarikayê tê hilbijartin.
4’ê kanuna 1975’an di temenê 69 salî de li New Yorkê ji ber qeyrana dil jiyana xwe ji dest dide. Cenazeyê wê li Gotistana nêzî koleja Bard a ku demdirêj hevjînê wê Heinrich Blucher lê ders dabû û li kêleka hevjînê xwe hatiye definkirin.