Li Tûnisê xwekuştinên jinên ciwan ên bi guman zêde dibin?
Çalakvanên jin destnîşan kirin ku li Tûnisê di nava jinên ciwan de bûyerên xwekuştinê bi awayek bi guman zêde dibin û gotin: "Ji ber pirsgirêkên malbatî û ji ber bêhêvîtiyê, bûyerên xwekuştinê zêde dibin."

NEZÎHA BO SEÎDÎ
Tûnis – Li Tûnisê di nav jinên ciwan dezêdebûna rêjeya xwekuştinên bi guman zêde dibe. Tê gotin ku ev yek, ji ber faktorên tevlihev û bi hev ve girêdayî pêk tê. Di nav van faktoran de zextên civakî, krîzên aborî, bikaranîna zêde ya medyaya civakî, şîdeta navmalî û gelek faktorên din hene. Tîma Çavdêriya Civakî ya Tunisê di çaryeka yekem a vê salê de 8 xwekuştinên jinan tomar kir. Rapora dawî ya Foruma Tûnisê ya Mafên Aborî û Civakî diyar kir ku di 10 salên dawî de bûyerên nehatine ragihandin ne tê de 3 hezar û 500 bûyerên xwekuştinê hatine tomarkirin û rêjeya jinan ji sedî 29.6 e.
'Xwekuştin divê di aliyê zanistî de bê lêkolînkirin'
Rexda Fehûla ku di beşa Sosyolojî de Master dike, diyar kir ku xwekuştina jinên ciwan bi gelek faktoran ve girêdayî ye û wiha got: “Ev, faktorên civakî, aborî û psîkolojîk ku bi perwerde û rewşa wan a civakî ve ye, girêdayî ne. Xwekuştina jinên ciwan bûyerek wisa ye ku pêwîstî zêdetir bêtir bi lêkolînek zanistî heye. Ji bo çareserkirinê, pêdivî bi psîkolog û civaknasan, her wiha aliyên di nav û derveyî desthilatdariyê de heye."
'Bêhêvîtî jî dihêle bûyerên xwekuştinê rû bidin'
Lîkolînvana Zanista Civakî Necat El-Erarî destnîşan kir ku hestên bêparbûna hestyarî ji ber rêjeyên bilind ên jinberdanê û nebûna hevgirtina malbatê çêdibe. Necat wiha got: “Bêhêvîtî jî dibe sedema zêdebûna rêjeyên xwekuştinên di nava jinên ciwan de. Her wiha belavbûna madeyên hişber û tiryakkêşî jî dihêle asta xwekuştinê di nava jinên ciwan de zêdetir rû bide.”
'Xwekuştin tu pirsgirêkan çare nake'
Çalakvana Civaka Sivîl Şeymaa Senhancî sedemên zêdebûna bûyerên xwekuştinê bi lêv kir û wiha got: "Sedema sereke ya zêdebûna bûyerên xwekuştinê ya di nav jinên ciwan de jî, pirsgirêkên malbatî yan jî zehmetiyên di têkiliyên wan ên civakî de ye. Tirsa ji civakê an jî nefreta ji rewşa ku ew tê de dijîn, hin jinên ciwan ber bi biryara dawîanîna jiyana xwe ve dibin. Hewcedarî bi lêgerîna rêbazên zêdekirina piştgiriya civakî û peydakirina pisporên psîkolojîk ku pirsgirêkên xwekuştinê çareser bikin, heye. Bang li hemû jinên ciwan dikim; xwekuştin tu pirsgirêkan çare nake, wan aloztir dike."
'Çareserî bi pergala perwerdehiyê dest pê dike'
Çalakvana Komeleya Dengê Jinan Lîna Bin Senosî diyar kir ku bûyerên xwekuştinê di nav jinên ciwan de zêde bûne û wiha axivî: "Dema ku jinên ciwan bê piştgiriya psîkolojîk an civakî dimînin, bi taybetî di nav nakokiyên nifşan de ku ji ber tirsa malbatê û bertekên wan nikarin hestên xwe bibêjin serî li xwekuştinê didin. Dîtina çareseriyan jî bi pergala perwerdehiyê dest pê dike."