'Meclisa Civaka Ermen bûye deng û rengê civaka xwe'
Hevseroka Meclisa Civaka ya Ermen a kantona Dêrazorê Noşîk Serkîs qala armanca avakirina meclisê kir û got: "Ji bo parastina gelê Ermen ji bişaftin û qirkirinê meclis hatin avakirin û bûn deng û rola Ermeniyan."

ZEYNEB XELÎF
Dêrazor – Di pêngavek dîrokî de û bi armanca ji nû ve vegerandina nasnameya çandî ya windabûyî, damezirandina Meclisa Civakî ya Ermeniyan li kantona Dêrazorê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di 18'ê Hezîrana 2022'an de hat ragihandin. Ev meclis beşek ji projeya serhildana gel li dijî qirkirinê di çarçoveya neteweya demokratîk de ye. Piştî salên dirêj civaka Ermen bi zorê tevlî tevna eşîra Erebî ya Dêrazorê bûn, wê însiyatîf deng, rol û statuya wan ji nû ve ava kir.
'Meclis deng û rola Ermeniyan diparêze'
Hevseroka Yekitiya Meclisa Ermen a kantona Dêrazorê Noşîk Serkîs behsa armanca avakirina meclisê kir û got: "Ev damezrandin weke beşek ji hewldanên civaka Ermen li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye. Ji bo vegernadina hebûna xwe ya çandî û şaristanî ku bi paşguhkirin û entegrasyona bi zorê ji aliyê Împaratoriya Osmanî ve rûbirû man. Avakirina vê meclisê ne karek tekekesî bû, ew parçeyek ji pergala neteweya demokratîk bû ku netew û olên herêmê bihêz dike. Di heman demê de bi zorê civaka Eremen tevlî tevna eşîrên Ereb bûn, çand û hebûna wan hatibûn bişaftin. Ev meclis bû deng û rola wan di nava civakan de."
'Pergala neteweya demokratîk bû derfeta danasîna civaka Ermen'
Noşîk Serkîs da zanîn ku Ermeniyan ji salên 1918'an ve piştî komkujiya mezin ji aliyê împaratoriya Osmanî ve pêk hat, berê xwe dan kantona Dêrazorê ku praniya wan jî zarok bûn. Noşîk Serkîs wiha axivî: "Rejîma Baasê jî bi siyaseta xwe, hewl da civaka Ermen qir bike û çanda wan tune bike. Ev jî bû sedem ku Ermenî di nava civaka Ereb de werin helandin lê pergala neteweya demokratîk û prensîba wekheviya gelan bû derfetek ji azadiya Ermeniyan re û wan di warê siyasî, civakî û çandî de xwe bi rêxistin kirin."
'Xebat li ser bingeha prensîba wekheviya gelan dimeşe'
Noşîk Serkîs qala meclis û komîteyên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatine vekirin kir û wiha pê de çû: "Yekem meclisa Ermeniyan sala 2020'an li bajarê Hesekê hat vekirin, piştre li Til Temir, Dirbesiyê, Reqa, Qamişlo û herî dawî li Dêrazorê hat avakirin. Her wiha di meclisan de komîteyên jinên Ermen, ciwan û werzîşê, komîteya têkiliyan, çand û hunerê cih digrin û xebatên xwe li ser esasê prensîba wekheviya gelan dimeşînin. Meclisê hejmara Ermeniyan girtiye û wan bi Rêveberiya Xweser û rêxistinên mirovî ve gire daye. Di heman demê de hewl dide ziman û kevneşopiyên Ermeniyan vejîne û beşdarî jiyana çandî ya hevpar a herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bike."
'Yekitiya jinên Ermen mafên jinan diparêze'
Noşîk Serkîs der barê Yekitiya Jinên Ermen de wiha got: "Ofîseke taybet a yekitiyê heye, bi karûbarên jinên Eremenî yên bi paşguhkirinê re rûbirû mane re eleqedar dibe. Her wiha bi pirsgirêkên zewaca di temenê biçûk de, pirzewacî, hevberdan û xwendina jinên ciwan re jî mijûl dibe û jinan zana dike. Em hewl didin zarokên xwe hînî zimanê Ermenî bikin ji bo ku nasname û çanda me winda nebe. Guherîna zihniyeta eşîrî ne hêsan bû lê bi rêxistin û hişyarkirinê em dikaribûn heta astek vê zihniyetê biguherînin. Civaka Ermen ji bo avakirina civakek wekhev û azad têdikoşe."