Jinên Xezayê bi giyayên biyanî hewl didin jiyana xwe bidomînin
Jinên li Zîvala Xezayê ji bo ku jiyana xwe bidomînin û xwarinê ji zarokên xwe re peyda bikin, giyayên biyanî berhev dikin. Jin bi gotina “Dê ev sefalet kengê biqede” bang li cîhanê dikin ku êrîşan rawestînin.

REFÎF ÎSLÎM
Xeza – Îsraîl ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha êrîşên li ser Zîvala Xezayê bênavber didomîne. Li Xezayê binesaziyê û hemû avahî rûxiyane, bi astengkirina alîkariyên ji bo gelê Filistînê re gel bi tunebûn û buhabûnê re rûbirû maye. Mirov ne tenê birçî dimînin, dibin şahidên yek ji krîzên herî xirab ên mirovî.
Îsraîl nahêle alîkarî bikevin Xezayê, ji meha Adarê ve heta niha tûrek ar jî neketiye Xezayê. Li herêmê jin giyayên biyanî berhev dikin, dipijînin û didin zarokên xwe. Ev rewş di heman demê de bû sedema zêdebûna jehirbûna ji ber xwarinê.
Jin giyayan berhev dikin
Sabera El-Zaanîn, yek ji jinên di bin dorpêça li Zîvala Xezayê de ji bo jiyanê têdikoşe ye. Sabera El-Zaanîn bi gotinên; "buhaya di vê pêvajoyê de gihîşt asta herî jor” û got: “Ar an jî konserve tune ne. Alîkarî li sînor tên rawestandin û hêzên Îsraîlê nahêin alîkarî bikevin hundir. Vê rewşê bû sedem ku komek jin ji derdorê giyayên biyanî berhev bikin. Jin giyayan berhev dikin û dipijînin. Jin bi hev re tevdigerin û bi kîlometreyan rê dimeşin. Jinên ku giyayan dibînin û nas dikin jî gelek bi şans in.”
Sabera El-Zaanîn bal kişand ku rêwîtiya jinan bi xeter e balafirên bêmirov her dem digerin carnan gule davêjin jinan û diyar dike ku jin ji bo zarok û neviyên xwe xwedî bikin neçar dimînin tevî xeterê jî bikevin riyan û li derdorê giyayan berhev bikin.
‘Dê ev sefalet kengê biqede?’
Sabera El-Zaanîn, diyar kir ku carek bi destên vala vegeriyaye malê, tenê giyayê ku jê re dibêjin "Xeşaş" dîtiye û ji zarokên xwe re çêkiriye. Bi çavên rondik got ku zarok pê nexweş ketine. Sabera El-Zaanîn a ku nexweşa penceşêrê ye û divê tedawî bibîne wiha didomîne: "Dê ev sefalet kengê biqede? Welatên cîhanê çi dikin? Ji tîbûn û birçîbûna me, li ber kamerayan ji kuştina me memnûn in gelo? Gelo dê kengê Xeza ji van êrîşan rizgar bibe? Zarokên me dipirsin û dibêjin qey em , ji birçîbûnê bimirin? Em ê kengê weke zarokên cîhanê bikaribin bijîn?
‘Divê ev rewş bi dawî bibe’
Leyla Ebû Kurş jî diyar dike ku xelaya li Zîvala Xezayê, di dîroka Filistînê de nehatiye dîtin û bi gotinên; “Li Neqbayê jî evqas bi şîdet nebû” diyar kir ku ew bê av û xwarin dijîn. Leyla Ebû Kurş xwest jinên giyayan berhev dikin baldar bin û da zanîn ku giya mirov têr nakin divê di demek nêz de ev rewş bi dawî bibe. Leyla Ebu Kurş hêvî dike k udi demek nêz de alîkarî bigihîjin Zîvala Xezayê.