Li Yemenê cotkar li dijî guherîna avhewayê li ber xwe didin

Endezyara çandiniyê Fatima Alî ya ji Yemenê bal kişand ser bandora guherînên avhewayê li ser berhemên çandiniyê û destnîşan kir ku divê cotkarên jin li hemberî vê yekê bên hişyarkirin.

RANÎA ABDULLAH

Yemen – Şerê navxweyî yê li Yemenê ku ji sala 2015’an heya niha didome bandorê li gelek aliyên jiyan dike. Ji bo hemu zindiyan encama vê rewşa pevçûnê ku bandorê li jiyana xwezayî û hawirdorê dike, giran dibe. Weke encamên şer, endustrîbûn û hirsê kâr guherînên avhewayê ya ku tê jiyîn jî nebatan lawaz dike û dihêle ku li hemberî ziraran bê parastin bimînin.

Nebîhe Harun li rojavayê Yemenê li gundewarên Taîzê cotkariyê dike, du demsal in axa xwe naçîne. Sedema wê jî heşereyên bi zirar ên li derdora ax û çewlika wê belav dibe ye. Nebîhe Harun a ku berê salê du caran berhem digirt û pê debara xwe dikir got: “Ez ji zarokatiya xwe ve cotkariyê dikim. Lê di tu serdeman de ez bi qasî niha bi ziraran re rûbirû nemam. Ev heşere berheman dixwin, derman jî bandorê li wan nake. Êdî ne em dikarin berheman bigrin ne jî em dikarin deynê xwe bidin. Ez windahiyên madî dijîm.”

Kurmê fêkiyan belavî darên qehweyan bûn

Cotkarek din Saîde Alî Ahmed jî gilî ji kurmê fêkiyan ên êrişî darên qehweyan dikin kir û wiha got: “Ev kurmê ku berê tenê di darê mangoyan de dihatin dîtin, çend salên dawiyê êrişî darên qehweyê jî kirine.” Saîde Alî Ahmed anî ziman ku wê serî li Midûriyeta Çandiniyê ya Herêmî daye lê çareseriyê nedîtiye û destnîşan kir ku ev zirar dibin sedem ku berhem xirab bibin û windahiyên mezin çêbibin.

Li gorî endezyara çandiniyê û pisporê parastina nebatan Fatîma Alî ba, baran, lehî di belavbûna heşereyan de bi bandor in. Li gorî platforma têkoşîna biyolojîk a bi navê CABI guherîna avhewayê belavbûna zirarên nebatan zêde dike, cihên germ û bi nem ji bo ziraran derfetên guncav ava dike. Her wiha tenê 2°C zêdebûna pileya germê, jiyana heşereyan dikare 1-5 qat zêdetir bike.

Pestîsît hem ji bo xwezayê hem ji bo cotkaran bi zirar e

Cotkar bi piranî pestîsîtên kîmyewî bi kar tînin. Lê belê ev derman tenê ziraran na kêzikên bi feyde jî (mînak moz) dikujin û zirarê didin ekosîstemê. Dermanên kîmyewî yên dibin sedema qirêjbûna çavkaniya av û axê, di heman demê de ji sedî 1-4’ê emîsyona gazên serayê ava dike. Ev jî krîza avhewayê xirabtir dike.

Agahî û sepanên şaş

Fatîma Alî anî ziman ku sepanên şaş rê li encamên bê bandor vedike û wiha got: “Hinek cotkar dibêjin qey bi dermanên zêde dikarin encamên baş bigrin. Lê ev rewş dihêle ku yên bi zirar li hemberî dermanan berxwedêr bin û bandora wê dikujin. Divê piştgiriya pisporan bê girtin, dozên dermanan li gorî fermanan bê pêkanîn û bi awayekî periyodîk bê guhertin.”

Fatîma Alî anî ziman ku li Yemenê saziyên berpirsyar li hemberî guherîna avhewayê gaveke cidî neavêtine û destnîşan kir ku hikûmet herî kêm divê guherîna avhewayê daxwaz bike, erk û raye bide endazyarên çandiniyê û rewşa heyî bê raporkirin.

Her wiha Fatîma Alî anî ziman ku divê ji bo venêrîna tovên îthal, zanakirina cotkaran li ser guherîna avhewayê û têkoşîna wan a li hemberî van bandoran bernameyên zanakirin û hişyarkirinê bê çêkirin.