'Erkdarkirina Ebû Şeqra nayê qebûlkirin’

Parêzer û endama Meclisa Edaletê ya bajarê Kobanê kantona Firatê Zerga Teyar diyar kir ku biryarên rêveberiya demkî li dijî gelan e û got: "Erkdarkirina Ebû Şeqra gavek li dijî aştî û demokrasiya herêmê ye û nayê qebûlkirin."

NÛRŞAN EBDÎ

Kobanê – Dema ku dagirkeriya Tirk û çeteyên wê di sala 2019'an êrîşî bajarê Serêkaniyê, çeteyê bi navê Hatêm Ebû Şeqra Sekertera Giştî ya Partiya Sûriyeya Pêşerojê siyasetmedar Hevrîn Xelef hedef girt. Li şûna ku ew were cezakirin, piştî hilweşîna rejîma Baasê ji aliyê rêveberiya demkî ya Sûriyeyê ku di destê HTŞ’ê (Heyet Tehrîr El Şam) a cîhadîst de ye weke fermandarê firqeya 86'an hat erkdarkirin.

Ji roja ku ev çete wek fermandar hatiye erkdarkirin ve0, gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe nîşan dide û tekez dike ku kesê sûcdar divê were cezakirin.

'Biryarên rêveberiyê li dijî berjewendiyên gelê Sûriyeyê ne'

Parêzer û endama Meclisa Edaletê ya bajarê Kobanê, kantona Firatê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Zerga Teyar der barê tayînkirina kujerên jinan di cihên biryardayîn û leşkerî de da zanîn ku hilweşandina rejîma Baasê nebû riya pêkanîna hêvî û xeyalên gelên Sûriyeyê û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Hêviyên gelê Sûriyeyê pêk nehatin. Ji ber hebûna çeteyan û kujerên jinan di qadên leşkerî, siyasî, aborî û civakî de. Ev metirsî û xeteriyek mezin li ser pêşeroja gelên Sûriyeyê nîşan dide. Piştî rêveberiya demkî Sûriyeyê bi rêve bir, herêm ket nava aloziyên mezin. Li peravên Sûriyeyê civaka Elewî her wiha Durzî bi rengekî hovane û bi komî hatin qetilkirin. Ev jî nîşan dide ku li Sûriyeyê ji bo pêkanîna armanc û berjewendiyên dewletan siyasetek qirêj tê meşandin."

Komkujiyên li peravên Sûriyeyê

Zerga Teyar destnîşan kir ku hevgirtin û hêza gelên Sûriyeyê temenê şoreşê ber bi 14 salan ve biriye û wiha berdewam kir: "Eger hevgirtina gelan nehatibûya avakirin, Şoreşa Rojava 14 salan nedidomiya. Hêviya min û ya hemû gelên Sûriyeyê ew bû ku herêm ber bi pêşerojek baştir ve biçe. Lê komkujiyên ku li Sûriyeyê çêdibin, hêviyên gelan şikand û metirsî da çêkirin. Eger ne bi saya Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûya dê gelê Kurd jî çarenûsa weke gelê Elewî û Durzî bijiya. Em civaka navneteweyî şermezar dikin ji ber bêdengiya ji bo erkdarkirina kesên çete û sûcdar di rêveberiyê de."

'Tayînkirina Ebû Şeqra sûcekî dijmirovî ye'

Zerga Teyar diyar kir ku biryarên cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam digrin, berovajî daxwazên gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha berdewam kir: "Ji bo gel û bi taybetî jinan, tayînkirina Ebû Şeqra nayê qebûlkirin û sûcekî dijmirovî ye. Ev tayînkirin tekez dike ku Sûriye ber bi kaos, neheqî û destdirêjiyê ve diçe. Biryarên ku li Sûriyeyê tên girtin li dijî berjewendiyên gelan in. Destûra nû hat nivîsandin û îlankirin, bêyî hebûna pêkhateyên Sûriyeyê. Em jî weke parêzer mafê me heye di destûrê de cih bigrin û parastina mafên gelê xwe bikin.”

‘Hêzên Sûriyeya Demokratîk berpirs û parêzvanên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ye'

Zerga Teyar axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Hilbijartin û erkdarkirina Ebû Şeqra li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne di cih de ye. Ji ber ku Hêzên Sûriyeya Demokratîk berpirsên vê qadê ne. Ev biryarên şaş ên ku ji aliyê rêveberiya demkî ve tên girtin yekrêziya gelê Sûriyeyê û baweriya wan têk dibe. Em li bendê bûn ku Ebû Şeqra were dadgehkirin, bi belgeyên ku ji aliyê rêxistinên navneteweyî û dadgehên herêmî û leşkerî ve hatine amadekirin, sûcên wî yên şer werin îsbatkirin. Ev binpêkirinên navneteweyî ne û weke parêzer em vê tayînkirinê red dikin û daxwaza cezakirina wî dikin.”