Ên zêdetir ji bermahiyên şer zirarê dibînin zarok in

Ji ber tunebûna planên paqijkirina bermahiyên şer û lênerîna bingehîn ji bo mexdûran, keraset rûbirû dubare dibe. Di heman demê de êşa zarokan hê jî mijarek jibîrkirî ye û zarok ziyanên mezin dibînin.

ZEYNEB XELÎF

Dêrazor – 5 sal di ser bidawîkirina şerê DAIŞ'ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê re derbas dibe lê xeter li kolanên wan bajarokan heye. Mirin li wan deveran ne ji devê tifingê êdî tê, ji bin axê, di nava keviran de û di nava pêlîstokên zarokan ên çiriyayî de tê. Ew mexdûrên bermahiyên şer in weke mayîn û bombeyên neteqiyayî ku bi teqîna xwe li mirovên bêguneh, bi taybetî li zarokan didin.

Taybetmendiyên zaroktiya wê jê hat dizîn

Zên El-Şam El-Ferîh yek ji mexdûrên bermahiyên şer û mayînan e. Dema ku 6 salî bûye û bi hevalên xwe re li kolanê dilîst, tiştek ecêb girt bêyî ku bizanibe ew bermahiyên şer e. Di kêliyeke hovane de teqiya û taybetmendiyên zarokatiya wê guherî. Di encamê de Zên El-Şam bi giranî birîndar bû, çavên xwe winda kir, tiliyên lingê wê hatin qutkirin û rûyê wê hemû birîndar bû, heta ji destê xwe jî birîndar bû, pêdiviya wê bi emeliyatek hebû. Her wiha pêwistiya wê bi protezê hebû. Zên El-Şam ku niha 12 salî ye bi êşa birînên xwe re rûbirû dijî.

'Zaroka min bi giranî birîndar bû'

Dayîka Sumeya El-Ebdulleh ku ji Hecînê ne wiha got: "Dema ku zaroka min birîndar bû, em koçî herêma Qranîcê bibûn. Di encama teqîna mayînê de zarokê min çavên xwe winda kir, rûyê wê hemû birîndar bû, destê wê ya rastê ziyanên mezin dît. Tevî hewldanên tedewiya wê lênêrînên tendirustî ne têrker bûn û em nikarin wê li derveyî herêmê ji ber rewşa madî tedawî bikin."

'Zarokên me me dibin qurban'

Dayîka zarokê bi navê Elî El-Sayêr, Ayşe El-Hesûn jî wiha çîroka birîndabûna zarokê xwe anî ziman: "Zarokê min bi hevalên xwe re dilîst, dema ku bermahiyên şer bê re teqiya tiliyên destê wî yê çepê hatin qutkirin û bedena wî birîndar bû. Divê em protezek jê re peyda bikin lê derfetên me nîn e. Ew bi tevliheviyên derûnî re rûbirû dijî. Her dem destê xwe vedişêre. Zarokên me yên ku dibin qurbaniyên şer ne tenê di raporên navneteweyî de îstatîstîk in ew mirov in û hêjayî jiyan û lênêrînê ne. Bermahiyên şer ne tenê bûyerek û derbas dibe, ew kujeriyek e ku zarok û jinan dikuje. Pêdivî bi çalakiyek rastîn li ser asta saziyên herêmê û rêxistinên navneteweyî ji bo rizgarkirina zarokan heye."

Zarok li benda hêviyê ne

Zarok Zên El-Şam El-Refîh û Elî El-Seyêr û bi sedan zarokên din bi bedenên parçekirî û giyana ku bi bêdengiyê dorpêç bûye dijîn. Ew li bendê ne ku cîhan bala xwe bide wan, ne weke trajediyên derbasbûyî wek pirsgirêkek mirovî.