Xewla Hemdana Xezayî: Tu kes xilas nebû

Xewla Hemdan a ji komkujiya taxa El-Derac a Xezayê rizgar bûye qala kêliyên komkujiyê kir û got: "Mirov bi saxî dihatin şewitandin. Windakirina malbatê ji hemû êşan dijwartir e."

NEXEM KERACÊ

Xeza – Li dibistana Fehmî El-Cercawî ya li taxa El-Derac a Bajarê Xezayê ku tê de bi sedan penaber lê bi cih bûne û ji wan re bûye stargeha herî bi ewle ya di nav şer û pevçûnan de, şeva 26'ê Gulanê ji aliyê hêzên Îsraîlî ve êrîşek hovane pêk hat. Di encama van êrîşan de komkujî pêk hat.

Xewla Hemdan a 17 salî ku bi malbata xwe ya ji 20 kesan pêk tê re li dibistanê bicih bûne û ji komkujiyê rizgar bûye, ji ajansa me re behsa kêliyên komkujiyê û hûrgirliyên wê kir.

'Zarok bi saxî dihatin şewtandin'

Xewla Hemdan qala kêliyên pêkanîna êrîşan û komkujiyê kir û wiha got: "Saet 1ê êvarê bû, hêzên Îsraîlê êrîşî qada dibistanê kir. Dema dengê topbaranê hat, ker kes hişyar bû. 3 caran êrîş pêk hat. Di encamê de agir bi dibistan û hundirên wê ket. Kêliyek bû lê jiyana hemûyan hat guhertin. Bi sedan koçber li vê dibistanê xwe ji êrîşan diparastin, lê dîsa para xwe ji mirinê girtin. Endamên malbata min jî di nav de bûn. Gelek mirovên min li ber çavên min dihatin şewtandin û min nikarîbû alîkariya wan bikim. Derî li ser me hatin girtin û me nikarî xwe rizgar bikira. Zarokên biçûk bi saxî hatin şewtandin."

'Min nikarî alîkariya malbata xwe bikim'

Xewla Hemdan da zanîn ku bi alîkariya hin kesan ji derve ew karîbû xwe ji vê komkujiyê rigar bike û wiha got: "Hinek kesan ji derve ve dîwar şikandin ji bo ku birîndaran xilas bikin. Min li rûyên şewtandî dinhêrt û kesek nas nedikir, tenê li dayîka xwe digeriyam. Wê ji ber şewatê qîr dikir. Xwîşk û birayên min dişewitîn. Her wiha kurê birayê min ê biçûk jî li pêşiya min dişewitî û min nikarî tiştek bikim. Ev kêliya herî êş û dijwar e di jiyana mirovan de. Malbata te dişewite û tu nikarî alîkariya wan bike."

'Windakirina malbatê ji êşa şewitandinê girantir e'

Xewla Hemdan diyar kir ku êşa windakirian malbatê ji êşa birîndan girantir in û wiha domand: "Tîmên hewarê jî heta gihîştin cihê komkujiyê piranî jiyana xwe ji dest dabûn. Kesên birîndar jî rakirin nexweşxaneya El-Memedanî ya li bajarê Xezayê. Min li wir zanîbû ku destê min ê rastê û rûyê min bi pîleya duyemîn hatine şewitandin. Lê êşa birînên min li hember kêliyên ku me jiyan kirin, ne tiştek bû. Ez di xewna xwe de dengê qîrînên wan dibhîzim. Agir li dibistanê tenê sînordar nema û derbasî derva bû û agir bi çadirên koçberan jî ket û koçberên derveyî dibistanê jî para xwe ji vê kêliyên bi êş girtin."

4 kesan ji malbata xwe winda kir

Tiştê ku êşa Xewla Hemdan zêdetir kir jî, 4 kes ji malbat wê jiyana xwe ji dest dane. Xewla wiha dawî li gotinên xwe anî: "Ji hundirekî çar cenaze derketin ku em bi hevdu re dijiyan û me êşê jiyanê li hev parve dikir. Tevî ku dibistan cihê herî bi êş bû ji bo min, ji ber cihek din nîne ez lê bijîm, min li qada dibistanê çadirek xwe vegirt. Hemû tiştên me bi agir re şewitîn. Dê û bavê min birîndar in, birayên min jiyana xwe ji dest dan. Ez tenê li vê jiyana bi êş û zehmet mam."