rojane
-

Ji bo Werîşe, Pexşan û Şerîfe merasîma hemwelatîbûna rûmetê
Roja 23’ê Cotmehê li bajarê Fabriano yê Îtalya bi merasîmek taybet meclîsa bajar, nasnameya hemwelatîbûna rûmetê da sê girtiyên siyasî Werîşe Muradî, Pexşan Ezîzî û Şerîfe Mihemedî ku cezayê darvekirinê li wan hatiye birin.
-

Gerîla dê sibê gaveke dîrokî bavêje
Hat ragihandin ku gerîla dê sibê di çarçoveya banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, gaveke dîrokî bavêje.
-

Îranê sirûda ‘Riya Xebatman’ kir hinceta ceza
Li Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê midûra dibistaneke seretayî ji ber ku komek xwendekarên dibistanê di salvegera komkujiya Helebceyê de sirûda bi navê “Riya xebatman” xwendin, ji peywira midûrtiyê hat girtin.
-

Li El-Faşêra dorpêçkirî birçîbûn û tecawiz zêde dibe
Aktivîsta Sûdanî Halîme Muhammed Abdurrahman, rewşa li bajarê El Faşêr a di bin dorpêçê de bi gotinên “trajîk” pênase kir û diyar kir ku rewşa li bajêr, nîşan dide ku ev der bûye cihê xiyaneta navneteweyî û bêdengiya cîhanê ya li dijî binpêkirinan.
-

‘Rêber Apo bi felsefeya xwe rê li azadiya jinan vekir’
Cîgira Meclîsa Jinê ya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê Şêrîn Hesen bal kişand ku felsefeya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rê li azadiya jinan vekiriye ûgot ku wê bi têkoşîna jinan, azadiya wî ya fîzîkî mîsoger bibe.
-

‘Azadiya jinê mifteya aştiya civakî ye’
Endama Akademiya Jineolojiyê Aliya Osman anî ziman ku formula efsûnî ya Jin, Jiyan, Azadî ya Abdullah Ocalan bi wekheviya zayendî rê li ber çareserkirina krîzên civakî vedike û got ku azadiya jinê û demokratîkbûna malbatê mifteya aştiya civakî ye.
-

Bêrîtan Hêvî li Şengalê hat bibîranîn
Bi pêşengiya Yekitiya Jinên Ciwan a Şengalê şoreşger Bêrîtan Hêvî û Bêrîvan Şengalî li navenda Şengalê hatin bibîranîn.
-

NY: Di bin rêveberiya Talîbanê de jin û mafên mirovan di bin gefan de ne
Raportora Taybet a Neteweyên Yekbûyî ya Efganistanê da xuyakirin ku ji dema hatina ser desthilatdariyê ya Talîbanê ve heta niha mafen jin, zarokên keç û gelek aliyên civakê bi awayê sîstemaktîk hatine binpekirin.
-

MKG: Rojnamegerî bi gefên yasayî nayê tepeserkirin
MKG'ê têkildarî gazîkirina ji bo îfadeyê ya rojnameger Oznûr Deger û Dîlan Babat diyar kir ku rojnamegerî bi gefên yasayî nayê tepeserkirin û got:" Em ê li hember vê zexta siyasî hevgirtina xwe xurt bikin."
-

Derbarê rojnamevan Öznur Değer de lêpirsîna ‘Rojîn Kabaîş’
Di demekê de ku mirina gumanbar a Rojîn Kabaîş hîn jî eşkere nebùye de, ji ber ku gumanên derbarê mirina Rojîn Kabaîş de lêkolîn kiriye û nûçe çêkiriye, derbarê rojnamevan Öznur Değer de lêpirsînek hat destpêkirin.
-

Keştiyek penaberan binav bû: 14 kesan jiyana xwe ji dest dan
Keştiyeke penaberan ku 18 kes tê de bûn li peravên Bodruma Muğlayê binav bû. Du kes hatin rizgarkirin û cenazeyên 14 penaberan hatin dîtin.
-

Beşa duyemîn a hevpeyvîna bi Abdullah Ocalan re hat weşandin
Beşa dueymîn a hevpeyvînek ku 28 sal berê ji aliyê Rojnamevan Fatîh Altayli ve bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hatiye kirin û Abdullah Ocalan tê de dibêje "Lihevkirineke berfireh a demokratîk dikare destkeftiyên mezin bi xwe re bîne" hat weşandin.
-

Li Îranê her çar rojan carekê jinek tê darvekirin
Komîteya Jinan a NCRI rapora xwe ya li ser darvekirinên li Îranê weşand û ragihand ku ji destpêka sala 2025’an vir ve herî kêm 38 jin hatine darvekirin. Tenê di du mehên dawî de, 14 jin hatine darvekirin.
-

Pasdarên Îranê li deriyê sînor li du jinan xistin
Dîmenên ku tê de lêdana du pîrejinên Belûc a ji aliyê hêzên Pasdarên Şoreşê yên Îranê ve ya li deriyê sînor hene, bû sedema zêdebûna fikarên li ser tundûtûjiya leşkerî ya li herêmên sînor.
-

PAJK: Meşaleya Bêrîtan dê di têkoşîna me de her tim geş bimîne
Koordînasyona PAJK’ê got, “Hevrê Bêrîtan, di têkoşîna me ya azadiyê de, bi gerîlatî, lêgerîn, hezkirin û pîvanên xwe yên kedê re bi helwesta xwe ya li hemberî îxanetê di têkoşîn û jiyana me de bû meşaleyek rênîşan û wê ev meşale her tim geş bimîne.”
-

Ji nivîsandin heta çapkirinê: Rêya astengdar a jinên helbestvan
Nivîskarên ku beşdarî merasîma danasîna pirtûka xezelan a ‘Xurbet’ a Helbestvana Kurd Nermîn Îbrahîm Azar bûn, destnîşan kirin ku jin pir dinvîsin lê çap nakin.
-

Jinên Xurmalê xwe fêrî xwendin û nivîsînê dikin
Jinên Kurd, bi taybetî jinên sînorê Helebceyê ku di demên borî de ji ber rewşa siyasî, civakî û paşeverûtiya mêr ji xwendinê bêpar man, ji bo jinên herêma Xurmal fêrî xwendin û nivîsînê bibin, berê xwe didin dewreyên xwendin û nivîsînê.
-

Li Efganistanê nebûna pergala tenduristiyê gefê li jiyanê dixwe
Kêmaniya xizmetên tenduristiyê, xizanî û astengiyên çandî, gefê li jiyana bi hezaran jin û zarokên Efgan dixwe û gelek ji wan ji ber nexweşiyan jiyana xwe ji dest didin.
-

‘Ti rewatiya biryara rakirina rojên taybet nîne’
Delal Bedur a ku ji bo azadiya Sûriyeyê gelek bedêl daye, têkildarî rakirina rojên teybet ji aliyê hikûmeta demkî ya Sûriyeyê ve wiha got: “Biryara hikûmeta demkî ku ‘Roja Şehîdan’ radike, gefê li bîranîna azadiya Sûriyeyê û nirxên şoreşê dike.”
-

Ji xebatên cebheyî ber bi endametiya ‘Mala Jinê’ ve
Esma Murad a ji navçeya Girkê Legê ya Qamişloyê ye, da zanîn ku ew ê weke dayîkên aştiyê kar û xebatên xwe bidomînin heta ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi fîzîkî azad bikin.