YRJ’ê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd pîroz kir

Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ bi mebesta 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd destnîşan kir ku ragihandin ne tenê bi agahdariyê ve sînordar e, peyamek ehlaqî û mirovî jî hildigre.

Navenda Nûçeyan – Yekîtiya Ragihandina Jinê YRJ bi mebesta 7ˊê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek da.

YRJ’ê destnîşan kir ku ev rojek ku nîşana serkeftina têkoşîna dirêj a jinên Kurd a ji bo şikandina bêdengiyê û damezrandina ragihandinek e û wiha got: “Rojek ku ne tenê bi navê wan diaxive, di heman demê de ji êş, ezmûn û hişmendiya wan a azad jî derdikeve holê. Di vê rojê de, di Konferansa 2ˊyemîn a Ragihandina Azad a Jinê (RAJIN) a ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê di sala 2013ˊan de ji bo dilsoziya bi salvegera rojnamevan û têkoşer Gurbetellî Ersoz re hatibû lidarxistin, Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat îlankirin.”

‘Gurbetellî ne tenê rojnamegerek bû’

YRJ’ê diyar kir ku ev roj berhema fedekariyên bêhempa ne û wiha berdewam kir: “Di serî de fedakariya şehîd Gurbetellî Ersoz a ku di 8ˊê Cotmeha 1997ˊan de li Başûrê Kurdistanê şehîd bû ye. Gurbetellî Ersoz ne tenê rojnamevanek bû, her wiha sembola jina ku bawer dikir ku peyv dikarin li hember guleyan bisekinin û wêneyek dikare hezar daxuyanî derbas bike, ye.”

YRJ’ê da zanîn ku Gurbetellî di demên herî dijwar de pabendbûna pîşeyî û ehlaqî temsîl kiriye, dengê rastiyê ji eniyên berxwedanê gihandiye wîjdanên cîhanê û wiha pê de çû: “Mîrasa wê îro ji bo her rojnamevan nûçegîhanekî/ê ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şopa wê dişopîne giştî ye. Rojnamevan gotinên wê wekî amûrek berxwedan û bîranînê hildigrin. Îro herêma me di rewşeke girêk de dijî ku tê de şerên ragihandinê, dezenformasyon û dorpêçkirina fikrî li hev kom dibin. Ev hemû jî ji bo bêdengkirina dengê jinên ku bi hişmendî û helwesta xwe ezmûneke ragihandinê ya bêhempa afirandine, ye. Lê dîsa jî, rojnamevanên jin ên ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo veguhestina heqîqetê pêşengiyê dikin û rûbirûyî zilm û gefan in. Rojnamevan kamera û mîkrofonan ne tenê wek amûrên veguhestinê, her wiha wek amûrên berxwedanê hildigrin.”

‘Gotina azad kevirê bingehîn ê avakirina civakeke demokratîk e’

YRJˊê diyar kir ku ragihandina azad a jinan îro ji bo parastina cehwera şoreşa jinan û bicihanîna nirxên aştî, edalet û wekheviyê, berpirsiyariyeke dîrokî hildigre ser xwe. YRJ’ê bi bîr xist ku  ku li ser bingeha naskirin, beşdarbûn û rûmeta mirovan e. Daxuyaniya YRJ’ê wiha berdewam kir: “Li gel banga dîrokî ya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ a Rêber Abdullah Ocalan, em diyar dikin ku ragihandin ne tenê qada pevçûna siyasî ye, her wiha qada avakirina hişmendiya kolektîf e jî. Lewre erka dikeve ser milê nûçegihan û rojnamevanên jin, ruhê vê bangê bi rêya gotinên dijî feraseta desthilat û tundiyê derkevin û li şûna tehdîtkirin û parçebûnê zimanê diyalog û jiyana hevbeş nîşan bidin.”

‘Ragihandin ne tenê bi agahdariyê sînordar e’

YRJˊê da zanîn ku ewê bi dilsoziya bi şehîdên ragihandinê xebatên xwe bidomînin û wiha bidawî kir: “Em bi baweriya, bi mîrateya şehîdên ragihandinê yên jin û hemû kesên ku li dijî tundiyê û tarîtiyê derketine, pabendbûna xwe ya ji bo berdewama rêwîtiya ber bi ragihandina azad a jinan ve piştrast dikin, ku îradeya jinan a ji bo jiyan û berxwedanê nîşan dide. Ragihandin ne tenê bi agahdariyê ve sînordar e, peyamek ehlaqî û mirovî jî hildigre ku ruhê aştiyê yê ku em banga wê dikin temsîl dike û li dijî tevahî şêweyên dagirkeriyê, cudakarî û xapandinê disekine.”