Li Şengalê têkildarî komplo û Peymana 9’ê Cotmehê semîner
Bi nêzbûna salvegera Komploya Navnetewî ya 9’ê Cotmehê û peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê li Meclisa Gel a Xanesorê semînerek hat dayîn. Di semînerê de hat gotin ku 27 sal in komplo û berxwedana li dijî komployê didome.

Şengal – Bi boneya 27’emîn salvegera Komploya 9’ê Cotmeha 1999’an a li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Peymana 9’ê Cotmeha 2021’ê ya di navbera PDK û hikûmeta Iraqê de li dijî Şengalê hatibû îmzekirin, li Meclîsa Gel a Xanesora Şengalê semîner hat dayîn.
Di axaftina semînera ku gelek kes tevlî bûn de, behsa pêvajoya destpêkirina Komploya 9’ê Cotmeha 1999’an hat kirin û hat gotin ku ji roja komployê ve heta niha Abdullah Ocalan, tevgera azadiyê, gelên welatparêz û dostên Kurd li ber xwe didin û 27 sal in têkoşîn didome.
Jinên Êzidî yên ku tevlî semînerê bûn nêrînên xwe ji ajansa me re anîn ziman.
‘Em ê tu carî 9’ê Cotmehê qebûl nekin’
Endama Meclîsa Jinan a Borikê Tewrê Şêxan peymana 9’ê Cotmehê ya li dijî Şengalê bi bîr xist û diyar kir ku ew careke din naxwazin pêşmergeyên ku dema fermanê reviyane vegerin Şengalê û wiha got: “Em naxwazin hêzên 3’yê Tebaxê me hiştin û reviyan vegerin Şengalê. Roja fermanê tenê gerîlayên ku bi fikrên Rêber Apo xwe birêxistin kiribûn, bi hawara me ve hatin. Em ji derveyî hêzên xwe naxwazin kes parastina me bike. Heta dawiyê em ê Peymana 9’ê Cotmehê qebûl nekin.”
Komplo hê jî didome
Endama Meclisa Jinan a Xanesorê Cano Şingalî jî ev nirxandin kir: “Bi wesîleya salvegera komployê me semînerek da. Ev 27 sal in Rêber Apo girtî ye. Piştî ewqas salan me dîmenê wî dît û dengê wî bihîst. Ji bo pêvaoya ku ji hêla Rêbertî ve hatiye destpêkirin, gavên pêwist ji aliyê tevgera Kurd ve hatin avêtin lê hê jî dewleta Tirk gavên erênî navêtiye. Her wiha komploya ku beriya 27 salan hatiye kirin hê jî didome. Peymana di navbera Iraq û PDK’ê jî berdewama vê komployê ye. Em komploya li ser rêbertî û li dijî Şengalê tu carî qebûl nakin û em ê her dem li ber xwe bidin.”