RAJIN: Em ê kevneşopiya çapemeniya azad zindî bihêl in
RAJIN ji bo Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuaynî da û got: “Piştî Gurbetellî Ersoz, di serî de gelê Kurd em ê bibin dengê hemû gelên bindest û jinên ku tune tên hesibandin. Em bi biryar in ku kevneşopiya çapemeniya azad biparêzin.”

Navenda Nûçeyan – Koordînasyona Ragihandina Jinê (RAJIN) bi boneya 7’ê Cotmehê salevegera Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek bi sernavê ‘Em li ser şopa Gurbetellî Ersoz, ku gotin bi heqîqetê re kir yek perdeya tarîtiyê hildiweşînin” weşand.
‘Jinan navê xwe bi tîpên zêrîn nivîsîn’
RAJIN di daxuyaniya xwe de wiha got: “Di dîrokê de, gelek jinan tevkariyên mezin ji bo mirovahiyê kirine, lê navên wan nehatine bibîranîn. Lê her çiqas navê wan jinan nehatibe zanîn jî, dîroka mirovahiyê ji hêla jinên ku ji bo azadiyê şer kirine ve hatiye avakirin. Hin jin vê pergalê red kirin û li dijî wê navên xwe bi tîpên zîrîn di dîrokê de nivîsandine. Gurbetellî Ersoz yek ji wan e. Wê ne tenê navê xwe di dîroka Tirkiye û Kurdistanê de nivîsandiye, di heman demê de li dijî înkar û paşguhkirina hebûna gelê xwe jî rawestiyaye. Akademîsyen, zanyar, rojnamevan, yekem sernivîskara jin a li Tirkiye û Kurdistanê, şoreşger û jina azad Gurbetellî Ersoz tevî hin hevrêyên xwe di şeva 7-8’ê Cotmeha 1997’an de li Başûrê Kurdistanê, di kemîneke ku ji aliyê PDK’ê ve hatibû danîn û di bin gulebarana tankên Tirk de şehîd bû.”
Berfirehiya daxuyaniya RAJIN’ê wiha ye:
“Gurbetellî Ersoz di sala 1965’an de li navçeya Xarpêtê ya Elazîzê ji dayîk bû. Wê li Zanîngeha Çukurovayê beşa kîmya xwend, master wergirt û wekî alîkara lêkolînê xebitî. Piştî komkujiya Çernobîlê (1986) û Komkujiya Helebçeyê (1988), lêpirsîna wê ya li hember jiyanê dest pê kir. Di sala 1989’an de ji ber ramanên xwe yên siyasî hate girtin û êşkence lê hate kirin.
‘Gurbetellî Ersoz bû sembola Tevgera Azadiya Kurd û nasnameya jina azad’
Di sala 1993’yan de, ew bû Sernivîskara Rojnameya Ozgur Gundem û wekî yekem sernivîskara jin a Tirkiyeyê di dîrokê de cih girt. Wê ji bo ronîkirina tarîtiya li Kurdistanê xebitî. Di vê pêvajoyê de gelek rojnamevan û belavker hatin qetilkirin.
Di sala 1993’yan de dema ku rojname bû hedef, dîsa hate girtin û di sala 1994’an de hate berdan. Ji ber ku êdî nikarîbû pêşeya xwe ya rojnamevaniyê li Tirkiyeyê berdewam bike, di sala 1995’an de berê xwe da çiyayan. Wê têkoşîna xwe li wir domand û dilê xwe li ser çiyayan neqişand. Bi têkoşîna xwe ya ji bo gelê xwe, ew êdî ne tenê Gurbetellî bû, ew bibû fedayê welat. Wekî ku wê di rojnivîska xwe de nivîsandiye, wê li dijî serdestiya mêran şer kir û hêza jinan ji hundir ve da destpêkirin.
Gurbetellî Ersoz, bi jiyana xwe bû sembola Tevgera Azadiya Kurd û nasnameya jina azad. Wê di rojnamevaniya xwe de helwesteke xurt nîşan da, li dû heqîqetê çû. Di rojnameyê de ku bi dirûşmeya "Rastî di Tariyê de Namîne" hat weşandin, wê bi sernavê "Mirovahî tê îstîsmarkirin " rastî eşkere kir. Dema ku rojname hate bombebarankirin, wê bi sernavê "Ev agir dê we jî bişewitîne" serî hilda û bû sembola berxwedanê.
Gurbetellî gotin û heqîqet kir yek, erka xwe ya dîrokî bi cih anî û roleke girîng di naskirina hebûna gelê Kurd de lîst. Wê di jiyana xwe ya kurt a 32 salan de têkoşîneke mezin hewand. Ew di avakirina kevneşopiya Çapemeniya Azad de pêşengek e. Ji bo meşaleya ku wê di rojnamevaniya jinan de pêxist, ew weke pêşeng derket pêş. Piştî şehadeta wê, şopdarên wê yên jin salvegera şehadeta wê wekî Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê ragihandin.
‘Em ê kevneşopiya çapemeniya azad zindî bihêlin’
Îro, bi sedan jin bi kamera, gotin û nivîsên xwe li pey şopa Gurbetellî Ersoz diçin. Ew li dû rastiyê digerin û berxwedanê mezin dikin. Bi rêya saziyên xwe, li ser televîzyon, rojname, kovar, radyo û platformên dîjîtal, ew serdestiya mêran lêpirsîn dikin, sûcdaran eşkere dikin, desthilatdariyê dihejînin û têkoşîna azadiya jinan xurt dikin.
Wekî RAJIN, em bi biryar in ku li ser şopa Gurbetellî Ersoz bibin dengê hemû gel û jinên ku hatine paşguhkirin, bi taybetî gelê Kurd. Em ê kevneşopiya çapemeniya azad a ku wê ava kiriye zindî bihêlin û mezin bikin. Em soza xwe dubare dikin ku em îdealên Şîlan Baqî, Şevîn Bîngol, Gulnaz Ege, Ayfer Serçe, Denîz Firat, Nûjiyan Erhan, Dilîşan, Dilovan, Nagîhan Akarsel, Emîne Demîr, Gulîstan Tara, Hero Bahadîn, Cîhan Bîlgîn û jinên din ên şehîd ên ku li pey şopa Gurbetellî çûn, pêk bînin.
Bi zanîna berpirsiyariya dîrokî ya çapemeniyê, em ê têkoşîna jinan ji bo azadî û rastiyê di avakirina civakek demokratîk de xurt bikin. Bi vê wesîleyê, em Roja Rojnamevanên Jin ên Kurdistanê li hemû xebatkarên çapemeniyê yên jin ên ku rêya rastiyê dişopînin pîroz dikin.”