Li Mexribê çalakî didomin: Rêzê li mafên bingehîn bigrin

Li Mexribê ji kesên ku bo mafên bingehîn daketin qadan re, ciwan pêşengiyê dikin û çalakî di roja 10’an de didome.

Mexrib – Li Meribê bi daxwaza reforma di qada tenduristî û perwerdeyê de û bi banga îstîfaya serok Azîzî Ahnuş, gel 10 roj in li qadan e.

Şeva roja duşemê, li Kazablankê bi dehan ciwan bi banga ‘GenZ 212’ an li ser hev şeva dehan daketin qadan û xwestin di warê tenduristî û perwerdeyê de ‘rêzê li mafên bingehîn bigrin’ û îstîfaya hikumetê xwestin. Heman xwepêşandan li paytext Rabat û Agadîrê ya başûr jî hatin lidarxistin. Di xwepêşandanan de serok Ahnuş ku ji 2021’ê ve li ser erk e hat şermezarkirin.

Pêşengên çalakiyan ciwan in

Çalakiyên ku ji 27’ê Îlonê ve heta niha her şev tên lidarxistin, ji aliyê kolektîfa ciwanan a bi navê ‘GenZ 212’ ku beriya demek kurt di medyaya dîjîtal de derket ve tê organîzekirin.