Nîlûfer Haciyan bi kefaletê serbest hat berdan

Şampiyona kick boxs û çalakvana mafên jinan Nîlûfer Haciyan, bi kefaleta demkî hat berdan.

Navenda Nûçeyan – Roja Duşemê 6’ê Cotmehê,  şampiyona kick boxs, hakem, antrenora fermî û werzişvana Muay Thai û Jiu-Jitsu, Nîlûfer Haciyan, piştî 66 rojên girtî bi kefaletê ji girtîgehê bi demkî hat berdan.

Nîlûfer Haciyan di 2’ê Tebaxê de, hatibû girtin û demek dirêj bû malbata wê tu agahî jê negirtibû.

Nîlûfer Haciyan a ji Tahranê ku di sala 1980’an de ji dayîk bûye, şampiyona Îranê ya kîck boksê ya 60 kg. e, hakem û antrenora fermî ya kîck boksê ye û her wiha werzîşvana Muay Thai, Jiu-Jitsu û MMA ye. Demek dirêj ji bo perwerdeyê li derveyî welat jiyaye, piştî vegeriya Îranê jiyana xwe ya serbixwe domand.

Li gorî nêrînên hevalên wê, Nîlûfer vegeriyaye Îranê da ku nîşan bide jin di civaka xwe de serxwebûna jinekê mafeke ku ne dewlet ne jî malbatek zextê dikare ji destê wê bigre. 

Li gorî gotinên xizmên wê, Nîlûfer Haciyan beriya were girtin ev tişt ji hevalên xwe re gotiye:

“Ger du hefteyan ez li ser hesabê xwe yê Instagramê tiştekê parve nekim, bizanibin ez hatime girtin û agahî bidin.”

Nîlûfer Haciyan ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hat revandin û bi sûcên ‘propagandaya li dijî rejîmê’ hat sûcdarkirin. Piştî hat berdan, der barê wê de dozeke nû hat vekirin û ji bo îfadeyê bangî wê hatibû kirin. Piştî demekê xwe veşart di Gulana 2025’an de du hefteyan hatibû girtin û careke din bi kefaletê hatibû  berdan.

Tevî vê jî parvekirinên xwe yên rojane li ser Instagramê domand.