Ji Qamişloyê ji bo Şêxmeqsûd û Eşrefiyê xwepêşandan

Li bajarê Qamişloyê Însyatîfa Gel a Sûriyeyê bi hevkariya Kombenda Efrînê, êrîşên ku li ser Şexmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin, bi xwepêşandanek şermezar kirin.

Qamişlo –  Duh rêveberiya demkî ya ku ji aliyê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şamê ve tê birêvebirin, bi gule û topên hewanê êrîşî taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê kirin. Di heman demê de hewl dan ku bi tank û panzêran derbasî her du taxan bibin.

Li dijî van êrîşên ku li ser Şêxmeqsûd û Eşrefiyê pêk hatin, Însiyatîfa Gel a Sûriyeyê bi hevkariya Kombenda Efrînê, li bajarê Qamişloyê daxuyaniyek da. Daxuyanî bi amadebûna bi sedan kesan pêk hat. Koçberên Efrînê, endamên Saziyên Rêveberiya Xweser, endamên Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’e û endamên Meclîsa Malbatên Şehîdan, li ber xaçerêya Nebî Horî ya bajêr kom bûn û li vir daxuyanî hat dayîn.

‘Em van êrîşan bi tundî şermezar dikin’

Daxuyanî, ji aliyê endama Kombenda Efrînê Zaxo Hisên ve hat xwendin. Zaxo Hisên diyar kir ku êrîşên li ser taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê, ku ji aliyê komên bêserûber ên girêdayî Wezareta Parastinê ya "Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê" ve hatine kirin, şermezar dikin. Zaxo raya giştî ji ber xeteriya van êrîşan û îhtimala dubarebûna komkujiyên Sahêl û Suweydayê li bajarê Helebê pêk bê, hişyar kir û wiha got: “Em Hikûmeta Demkî ya Sûriyeyê ji van kiryarên êrîşkar û encamên wan bỉ tevahî berpirsyar dibînin. Di demekê ku behsa diyaloga neteweyî û temambûna demokratîk tê kirin de, hin aliyên navxweyî û derveyî dixebitin ku şerê navxweyî yê Sûriyeyề gur bikin, ku xizmeta ajanda û berjewendiyên xwe bikin.”

Banga ji bo saziyên navnetewî

Zaxo Hisên destnîşan kir ku li ser hesabê ewlehî û aramiya Sûriyan û yekîtiya welatê wan, li ser bingeha berpirsyariya wek pêkhateyên Qamişloyê, bang li hêzên navneteweyî, Neteweyên Yekbûyî û rêxistinên mafên mirovan dikin û wiha got: “Em bang dikin ku zextê li ser rayedarên Şamê û hemû aliyên têkildar bikin da ku li gor peymana 10’ê Adarê tevbigerin û diyalog û danûstandinê wekî yekane rêya çareserkirina nakokiyan qebûl bikin. Em wek gelê Qamişlo, tekoşîn û berxwedana gelê xwe ya li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê li hember êrîşên hovane nîşan dide, silav dikin. Em mafê xwe yê rewa yê parastina rûmeta xwe û jiyana xwe ya azad û serbixwe, li gorî prensibên mirovî û peymanên navneteweyî, tekez dikin.”

 Daxuyanî bi dirûşmeya “Bijî berxwedana Şexmeqsûd û Eşrefiyê” bi dawî bû.