‘Heqîqeta Gurbetellî heqîqeta ragihandina azad e’
Ragihandina Azad a Jinên Êzidî diyar kir ku heta li hemberî tarîtiyê ronahî hebe, ewê têkoşîna xwe ya li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Nujiyan Erhan bidomînin.

Navenda Nûçeyan – Ragihandina Azad a Jinên Êzidî bi mebesta 7’ê Cotmehê Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek nivîskî da û ev roj li tevahiya rojnamevanên jin pîroz kir. Ragihandina Azad a Jinên Êzidî, kedkara çapemeniya azad û pêşenga tevgera jinên Kurd Gurbetellî Ersoz û tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîr anî û got: “Em ê li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Nujiyan Erhan bibin dengê tekoşîna jinên Êzidî.”
Ji ber ku kedkara çapemeniya azad û yek ji pêşengên tevgera jinê Gurbetellî Ersoz di 8’ê Cotmeha sala 1997’an de di pevçûnek li Başûrê Kurdistanê de tevlî karwana nemiran bû, 7’ê Cotmehê wek Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd hat îlankirin. Bi mebesta vê rojê gelek daxuyanî hatin dayîn. Yek ji vana jî, daxuyaniya Ragihandina Azad a Jinên Êzidî ye. Di destpêka daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd, li tevahî jinên azadîxwaz yên ku di rêya heqîqeta xwebûnê de li ber xwe didin, li Rêber Apo, li tevahî rojnamevanên jin ên ku di şopa Gurbetellî Ersoz de tekoşîna heqîqetê dimeşînin, pîroz dikin. Di şexsê şoreşger, pêşeng û rojnamevana dildara azadiya jinê Gurbetellî Ersoz de, em tevahî şehîdên çapemeniya azad bibîr tînin.”
‘Bi bedêlên giran hat avakirin’
Ragihandina Azad a Jinên Êzidî destnîşan kir ku di tekoşîna azadiya jinê de çapemeniya azad a jinê bûye xwedî cihekî girîng û wiha domand: “Roja rojnamegeriya jinên Kurd bi bedêlên giranbiha hat avakirin. Ji hevrê Gurbetellî bigre heta Denîz, Nûjiyan, Gulîstan, Şaristan, Arjîn, Dilîşan, Dilovan, Jiyan, Avrîn û Cîhanan tekoşînekê bêhempa ya ji xweşikbûn û heqîqeta jinên azad ava bûye. Em weke jinên Êzidî heqîqeta van rêhevalan ji bo xwe dikin çavkaniya nasnameya rojnamevantiya azad a jinê. Me îro rêxistiniya xwe, zanebûn û xebatên çapemeniya azad a jinê, bi saya van şopdarên heqîqetê ava kiriye û em xwe tê de bipêş dixin.”
‘Vê ragihandinê di fermana 3’yê Tebaxê de li Şengalê kedek mezin da’
Ragihandina Azad a Jinên Êzidî, bi bîr xist ku çapemeniya azad a ku xwe li ser xeta Gurbetelli ava kirî, di fermana 3’yê Tebaxa 2024’an de li Şengalê kedeke mezin daye û wiha domand: “Bi saya wê keda pîroz û fedekariya bêhempa bi dîmen, wêne û nûçeyan tarîtî û hovîtiya çeteyên DAIŞ’ê ji raya giştî re hat ragihandin. Di vê sedsalê de me wekî civak û bi taybetî jinên Êzidî, qirkirina herî mezin dît û jiyan kir. Hîn jî bedêla viya jin bi jiyana xwe dide. Lê ev rastî û heqîqet bi rêya ragihandina azad û kedkarên mîna Nûjiyan, Şaristan û bi dehan rojnamevanên weke wan, hat ziman.”
‘Heta ku li hemberî ronahiyê tarîtî hebe, di riya heqîqetê de bibin dengê şoreşa jinê’
Ragihandina Azad a Jinên Êzidî, diyar kir ku ragihandina azad a jinên Êzidî daneheva çapemeniya azad a jinên Kurdistanê ji bo xwe dike bingeha xwe rêxistinkirin û pêşxistinê û bi van gotinan bidawî kir: “Bi vê bîr û baweriyê em ê heta ku li hemberî ronahiyê tarîtî hebe, di riya heqîqetê de bibin dengê şoreşa jinê û tekoşîna azadiyê ji hemû jinan re ragihînin. Em ê li ser xeta Gurbetellî Ersoz û Nujiyan Erhan bibin dengê tekoşîna jinên Êzidî. Carekî din em roja rojnamegeriya jinên Kurdistanê li tevahî xebatkar û kedkarên jin ên çapemeniya azad pîroz dikin.”